Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezazê li dijî dewriyeyeke komek çete wan çalakî li dar xistiye. Hate ragihandin ku di çalakiyê de wesayîta koma çete hate rûxandin û 3 endamên çeteyê bi giranî birîndar bûne.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên xwe yên li dijî esker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didomînin.

HRE´yê li ser çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got; “Şervanên me li Efrînê û derdora wê çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di vê çarçoveyê de; 10’ê Sibatê li dijî komeke çete ya ser bi dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Kefer Kilbin ya bajarokê Ezazê ya li bakurê Helebê dewriye digeriya, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîta koma çete hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûn.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN