Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Di çalakiyên 20-21’ê Tebaxê ya li Şera li dijî navendeke leşkerên Tirk û çeteyan wê de bi kêmanî 2 çete hatine kuştin. HRE der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE li ser çalakiyan ev agahî da: “Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeyên Şera û Şêrawa bi rêzeçalakiyên bi bandor derbên giran li dagirkeran xistin. 20’ê Tebaxê hêzên me bi çalakiyekê navendeke hevbeş a leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundê Vêlat Qadî yê girêdayî navçeya Şera kirin hedef. Di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 leşkerên Tirk û çeteyek jî brîndar bûn. 21’ê Tebaxê hêzên me bi çalakiyekê navendeke çeteyên Firqet el-Hemza li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa rûxandin, di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.”
EFRÎN