Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çalakiyen wan ên tolhildanê de li herêma Efrînê 7 dagirker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê agahî der barê çalakiyên xwe de da.

Daxuyanî wiha ye:

“Li herêma Efrînê, 7ê Kanûnê li gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ku hêzên me xwe berdan nava koma çete 7 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 2 stargeh û çeperek jî hatin rûxandin.

Pişti çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete gundên Meyasê, Zirneîtê û girê Zirneîtê yên bi ser navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN