Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyek kir. Di çalakiyê de 2 jê eskerên Tirk, 7 dagirker bi giranî birîndar bûn.
HRE´yê bi daxuyaniyekî ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şervanên wan çalakiyek kiriye û encamên wê jî wiha dan zanîn: “Di 17’ê Çile de şervanên me li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam û eskerên Tirk, çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên koma Ehrar El-Şam û 2 eskerên Tirk yên dagirker bi giranî birîndar bûn.”
EFRÎN