Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê de hat ragihandin ku zêdeyî 100 welatiyên sivîl hatine qetilkirin, bi sedan sivîl birîndar bûne û hat gotin, "Piştî veguhastina zêde ya leşkerî ya berê nedîtî, li hin bajaran derketina derve hat qedexekirin. Hin taxên van bajaran bûne qada topbarana artêşê û şerê leşkeran ê li hemberî komên Kurd. Pêwîst e ku hikûmeta Tirkiyeyê hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike. Divê tavilê zêdegaviya di bikaranîna hêzê de bê bidawîkirin û bûyerên mirin û birîndarbûna mirovan di dema operasyonê de bên lêpirsîn."
WASHÎNGTON