Rêxistinê di rapora xwe ya bi navê "Li Sînorê Ewropayê: Li ser sînorê Yewnanistan ê bi Tirkiyê re binpêkirina mafên mirovan" de hat destnîşankirin ku penaberên welatên din ên hewl didin xwe bigihînin welatên Ewropayê, ji aliyê Yewnanistanê ve bi awayekî ne qanûnî şûnde vedigerînin Tirkiyê.

Di raporê de tê ragihandin ku Yewnanistan bi awayekî komî penaber û koçberan dersînor dike, rewşa şexsî ya kesan li ber çavan nagire, mafê dijderketinê jê re nayên dayîn û gava penaber tên dersînorkirin jî li pêkanînên xirab ên hêzên ewlekariyê yên Yewnan ras tên.
Rêxistina Efûyê da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Yewnanistanê, jiyana mirovan ji nedîtî ve tên û diyar dike ku dema penaber şûnde tên vegerandin, pereyên wan, wêneyên wan ên malbatî yan yadîgarên malbatî, yan tên desteserkirin an jî hêzên ewlekariyê wan diavêjin deryayê.
Rêxistina Efûyê da xuyakirin ku ji ber par li herêma bejahî ya Merîçê ya Yewnanistanê bi qasî 10.5 kîlometre dîwarê ji têlê hatiye çêkirin û nêzî 2 hezar hêzên nû yên ewlekariyê lê hatine bicihkirin, penaber ji bo derbas bibin Derya Egeyê ku gelekî tehlûkeye bikar tînin. Hat ragihandin ku par di meha tebaxê de piraniya wan ji jin û zarokên sûriyeyî û afgan, dema xwestin xwe bigihêjînin Yewnanistanê di nava avê de fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. 


Tirkiyeyê jî pişta xwe da wan  
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), ragihand ku Tirkiye, Irak û Urdun deriyên xwe ji penaberan ji ber şerên li Sûriyeyê direvin digirin an jî destûra kêm mirovan didin.
HRW di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di tevahiya sînor de heman rewş heye û Tirkiye deriyên xwe ji hejmareke zêde ya penaberan re girtiye û penaber li ber deriyan asê mane. HRW di dewama daxuyaniya xwe de got ku Tirkiye bi hinceta wargehên penaberan tijî bûne vê rewşê îzah dike.
HRW got ku sînorê Kîlîsê hema bêje bi temamî ji penaberên Sûriyeyî re hatiye girtin û kesên bi qeçaxî derbas jî dibin di konên li parkan vedane dimînin.

Girtina deriyê Rojava
HRW di heman demê de deriyên sînor ên di navbera Rojava – Başûrê Kurdistan de jî ku ji aliyê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatiye girtin rexne kir. HRW bi bîr xist ku Rêveberiya Hewlêr deriyê sînor ê Pêşxabûr di 15’ê Gulanê de bi temamî girtiye û got ku hinceta  “sedema teknîkî”  baweriyê nade. HRW her wiha da xuyakirin ku mijara deriyê sînor tenê ji Sûriyeyiyên dixwazin vegerin welêt re tê vekirin jî rewşeke bi guman e. 

LONDON