Rêxistina mafên mirovan  Human Rights Watch (HRW) derbarê komkujiyên çeteyan û rejîmê li deverên cûda yên Sûriyeyê û nexasim li Şêx Meqsûdê, raporek amade kir.

Di rapora HRW (Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan )de a ku xwe dispêre dane û belgeyên raporên rêxistinên herêmî yên hiqûqî û karkerên rizgarkirina sivîlan, hat diyarkirin ku, tevî di 26’ê Sibata 2016’an de agirbest li Sûriyeyê hatibû ragihandin jî, ji ber êrişên bê serûber ên hêzên ku agirbest qebûl kiribûn, heta niha sivîl tên kuştin.


Cih da komkujiyên Şêx Meqsûd

HRW´ê di rapora xwe de cih da komkujiyên ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li Şêx Meqsûdê pêk tînin û ev komkujî weha vegotin: “Li gorî meclîsa taxa Şêx Meqsûd, ku yek ji taxên bajarê Helebê ye û di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî de ye, komên çekdar di 5’ê Nîsanê de topên hawanê, rokêt û fuze avêtin taxê. Di encamê de 7 zarok û 5 jin jî di nav de zêdeyî 18 sivîlan hatin kuştin û 68 kes jî birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî hejamara van kuştiyên sivîl piştrast kir.”

Rapor wekî din balê dikişêne ser agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî û dibîje li gorî wê “komên çekdar 6’ê Adarê 23 fuze avêtin taxê. Di encamê de 4 zarok jî di nav de 9 sivîl hatin kuştin. Her wiha 19’ê Adarê jî komên çekdar ji taxa Hilûk top avêtin taxa Şêx Meqsûd û di encamê de 2 zarok jî di nav de 4 sivîl hatin kuştin.”


Behsa çekên kîmyewî jî tê kirin 

Di raporê de HRW îşaret bi dîmenên êrişên çeteyan dike, dibêje hin ji birîndaran û kuştiyan diyar e di bin tesîra hin madeyên kîmyewî de ne û balê dikişîne ser daxuyaneke çeteyên Ceyş El-Îslam ku tevlî danûstandinên Cenevreyê bûye, ku tê de li xwe mikur tê ku çekên kîmyewî li hember taxa Şêx Meqsûd bikar anîye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji 16’ê Sibatê ve bê navber rastî êrîşên komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endameke wê ye, tê. Di encama van êrîşan de jinên ducanî û zarok di nav de, bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndarkirin. Her wiha ziyanek mezin gihişt malên welatiyan.

HRW di rapora xwe de agahiyên derbarê komkujiyên rejîmê de jî weha parve dike: “Di 31’ê Adarê de hêzên rejîmê gelek êrişên hewayî anîn ser bajarokê Dêr El-Esafîr û li wir 9 jin û 12 zarok jî di nav de zêdeyî 31 sivîlî hatin kuştin. Sê şahidên bûyerê ji Human Rights Watch re tekez kirin ku tu nuqteyên leşkerî li herêmê tune bûn”.



NAVENDA NÛÇEYAN






Li Şehbayê komkujiya Tirkiyeyê


Hêzên AKP’ê êrişî gundê Hewar Kilis ê ser bi herêmên Şehbayê kir û 25 sivîl qetil kirin. Beriya bi du rojan hêzên taybet ên Tirkiyeyê derbasî heman gundî bûbûn.

Çavkaniyên herêmî yên ANHA’yê ji gundê Hewar Kilis ê herêmên Şehbayê ragihandin ku piştî koma çeteyên Sultan Murad ku hêza xwe ji AKP’ê digire, gundê Hewar Kilis dagir kir, hêzên AKP’ê jî bi tankan êrişî gundê li nêzî sînorê Tirkiyeyê kir.

Di encama topbaranê de 25 sivîl ku di nava wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan. Ji sivîlên ku hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine fêrbûn ev in: Îbrahîm Hilwî û hevsera wî Gulê Hilwî, Îbrahîm Henîfî û hevsera wî û çend endamên malbata Idrîs.

Gundê Hewar Kilis 8 km li bakur rojhilatê bajarê Ezazê ye û piraniya şêniyên wê Kurd in. Di 12’ê Nîsanê de jî hêzên taybet ên Tirkiyeyê, derbasî vî gundî bûbûn. 


 EFRÎN