Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê ji Girtîgeha Ehdas a li başûrê Çemê Xabûrê wêde pêş de diçin. Şervanan piştî ku du gundik ji çeteyan paqij kirin gihiştin gundê Dawidiyê. Dema me nûçe amade dikirin li gundê Dawidiyê jî şerê dijwar diqewimin.
Li aliyekî din HSD’ê rêya di navbera bajarê Hesekê û bajaroka Holê xistin bin kontrola xwe. Şervanên HSD’ê rêya di navbera gundikên Ekla û Soran ên li başûr-rojhilatê Hesekê li pêşiya çeteyan birîne. Li van derdoran şervanên HSD’ê pêşde diçin, şer û pevçûn bi dijwarî didomin.
Gundan ji mayinan paqij dikin
Şervanên HSD’ê herêmên rizgar dikin ji mayînên çeteyan paqij dikin. HSD’ê li gundê Kihêlan ê başûrê Hesekê jî 30 mayînên çeteyan danîbûn rakirin.Yek ji Endamên Tîmên pispor ên mayînan diyar kir ku çeteyan miqdarek mezin ji mayînan li herêmê çandine, ji ber vê yekê tevgera li herêmê ne hêsan e û da zanîn ku heta ku tevahiya herêmê ji mayînan paqij bibe ew dê karê xwe bidomînin.
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê di gundên ku nikarin tê de li ber xwe bidin de mayînan bicih dikin û direvin.
NAVENDA NÛÇEYAN