Derbarê mijarê de, rêveberiya Heyva Sor daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê di vê kongreya xwe îro (şemî) de pirsgirêkên ku gelê Kurd bi wan re rû bi rû re dimîne bi awayekî berfereh binirxînin û rêbazên çareseriyê destnîşan bikin. Di kongreya 21’an de herî zêde wê rewşa rojavayê Kurdistanê were guftugokirin û encamên kampanya alîkariyê lezgîn ya ku 1’ê Sibatê hatibû destpêkirin jî were nirxandin. Ji bo xebatên bihêztir jî, Heyva Sor a Kurdistanê wê di kongreya 21’an de rêveberiya xwe ya nû jî destnîşan bike.
Kongreya 21’an ya Heyva Sor a Kurdistanê 27’ê Nîsanê roja şemiyê wê Mala Kurdan ya bajarê Almanyayê Kolnê bi tevlîbûna gelek deleg û mêvanan were lidarxistin.
Heyva Sor a Kurdistanê ku ji roja hatiye damezrandina mohra xwe li gelek xebatên girîng daye û destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û gelê cîhanê yê muhtac kiriye. Ji ber xebatên xwe yên mirovahî, Heyva Sor a Kurdistanê di serî de dewleta Tirk û Almanyayê heta niha bûye hedefa zextên gelek derdoran.
KOLN