Di çarçoveya kampanyayê de, li tevayî Almanyayê xebatên berfireh hatin birêvebirin. Bi vê armancê, bi alîkariya Karmendên Kurd, Komeleya Çira TV û Federasyona Komeleyên Êzîdiyan alîkariyên bi wate ji bo welatiyên Kobanê û Şangalê şandin.
Li gorî vê yekê, Karmendên Kurd Ekrem Ataş, Mahmut Kayîş, Hayrettîn Çelîk, Kenan Uçar û Tahîr Şenol 4 ambulans, Komeleya Çira TV û Federasyona Êzîdiyan Nexweşxaneyek Seyyar û ambulansek, Heyva Sor a Kurdistranê jî, Nexweşxaneyeke Seyyar, kamyoneteke cemedê, 20 ton derman û gelek alav û cîhazên tenduristiyê şandin. Ji van 4 ambulans û Nexweşxaneyek Seyyar ji bo Kobanê, her wiha ambulansek, Nexweşxaneyek Seyyar û Kamyoneteke Cemedê ji bo Şengalê hatin şandin.
Alîkariyên ku derbasî Kobanê û Qamişlo bûn, radestî rayedarên Heyva Sor a Kurd hatin kirin û bi rêya vê saziyê li deverên pêwîst hatin belavkirin. Ji bilî alîkariyên tendurûstiyê, Heyva Sor a Kurdistanê her weha bi buhayê 275 hezar Euro xwarin û pêdiviyên jiyanî ji bo welatiyên Kobanê şandin. Her weha jib o bi sedan zarokên Kobanê yên bi nexweşiya Çolyak ketine, xwarinên taybet û derman şandin.
Ji bilî Koban û Şengalê, Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî qurbaniyên komkujiya Hesekê jî kir. . Bi vê armancê, Heyva Sor a Kurdistanê bi destek û navbênkariya Heyva Sor a Kurd li tevahiya malbatan Rojava 22 mîlyon lîreyên Sûrî ango 100 hezar Euro alîkariya madî li malbatên qurbaniyên komkujiyê belav kir.
Şandeya ku ji Serokê Heyva Sor a Kurd Egîd Îbrahîm û endamên saziyê pêk dihat çûn serdama malbatan û alîlkarî dan wan. Ji aliyê xwe, malbatên qurbaniyên komkujiya Hesekê ji ber vê helwesta berpirsiyar, malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin. Di çarçoveya heman hewldanan de, Heyva Sor a Kurdistanê bi desteka saziya alîkariyê ya Rojava Heyva Sor a Kurd li bajarê Dêrikê navenda Tendurûstiya gel ve kir. Rveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku ew ê di çarçoveya ji nû ve zindîkirina jiyana li Kobanê, di rojên pêş de gavên girîng bavêjin.
DUSSELDORF