BERZAN GUNES
MA / WAN
Li Gundê Xumar ê Navçeya Şaxê dayika 58 salî Hubat Boykan, bi tena serê xwe çanda hezaran salan li ser pişta teşiyê dirêse û derbasî paşerojê dike. Hubat Boykan, bi sebr hiriyê şeh dike, dirêse û bi tevnê mahfûr, xalîçe û terikan çêdike.
Li gundê Xumarê yê navçeya Şaxê ya ser bi Wanê, dayika 58 salî Hubat Boykan bi tena serê xwe hiriyê dişo, bi teşiyê dirêse, ji tayên çêkirî li ser tevnê bi sebr û kedeke mezin mafhûr, merş, xalîçe, heqîb, tûrik, gore, balgî û gelek alav û amûrên malê çêdike. Ne tenê hiriya pez, di heman demê de mûyê bizinan jî şeh dike û bi teşiyê dirêse. Haya Dayika Hubat ji qedrê teşiyê heye, dizane wê ji gelek çandan re hirî rêsiyaye.
Hubat Boykan, dibêje, ew havînî pez û bizinan dibirin û piştî vê ew mûyê bizinan û hiriya pez bi teşiyê dirêse û dike glokên ta û mûyan. Hubat Boykan hîna zaroka dest bi rêstina hiriyê bi teşiyê kiriye: “Hêj ez 10 salî bûm, ji dayika xwe fêr bûm. Min qet navber neda vî karî. Bi tayên hirî û mû, me gore, xalîçe, tûr, ferd û gelek alavên malê çêdikirin. Piştî berhemên fabrikayan derketin, her tişt êdî bûye naylon. Berê gorê hirî bûn, lê niha gore naylon in. Niha her tişt bûye mekîne û çand namîne.”
Hubat Boykan gazinan dike ji teknolojî û bajarvaniyê ku bi ya wê, mirov ji çand, huner û keda wan bi xwe sil kirine.
Hubat Boykan behsa teşiyê û civatên xwe jî dike û dibêje: “Bi xêra teşiyê em hefteyê carekê li hev kom dibin. Jinên ku hunerê wan ê dengbejiyê hebe distrên. Em bi hevre wexta xweş derbas dikin.