Piştî endamên HUDA-PAR'ê gotinên nexweş ji rêveberên BDP'ê re kirin, di navbera reveberên BDP'ê û endamên HUDA - PAR'ê de niqaş derketin. Piştî welatî û esnafên derdorê bertek nîşanî koma HUDA-PAR'ê da, endamên HUDA-PAR'ê jî bi bivir û satoreyan erîşi welatiyan kir. Hat diyar kirin ku endamên HUDA-PAR'ê çek jî bikar anîn û piştre ji nava navçeyê hat dûrxistin. Di maşineyên ku li pey wan man de jî gelek çek hatin dîtin. Di bûyerê de 10 welatî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Omer Bagir ji bi lêdana satorê birîndar bû. Bagir bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Dicleyê. Hat diyar kirin ku endamên HUDA-PAR'ê li taxa Kalî piştî bi çekan êrîş pek anîn, reviyan. Welatiyan li taxa Ataturkê rê li pêş komê girtin. Endamên HUDA-PAR'ê maşîneya plaqeya 21 AD 381 li pey xwe hiştin û reviyan. Welatiyan maşîne da ber agir. Piştî bûyerê yekîneyên îtfaiyê agir vemirand. Welatiyan camê 3 maşîneyan şikand. Hat dîtin ku piştî polîs hatin cihê bûyerê û deriyê bagaja maşînê vekirin gelek sator û bivir derketin. Polisan maşîne kişandin ber deriyê polîsan. Girseya ku bûyer bihîst li kolanê kom bûn û bê navber siloganên "Bijî serok Apo" gotin.

DÎHA/AMED