“Em vê dipirsin; hûn alîgirên heval Helmet in, an alîgirên Tayyîp Erdogan in? Pêwîste bi awayekî eşkere deynin holê. Eger di nava wan de yên ku xizmeta dewleta Tirk dikin hebin û nikarin wan kontrol bikin, bila helwest nîşan bidin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser şehîdkirina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) got, qetilkirina wî bi temamî bi hevkariyê pêk hatiye û ji PDK û YNK´ê pirsî: “Hûn alîgirên heval Helmet in, an alîgirên Tayyîp Erdogan in? Pêwîste bi awayekî eşkere deynin holê.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tevlî bernameya “Ulkeden (Ji welat)” a Medya Haber TV bû û derbarê êrîşên dewlet Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta hêzên Başûr axivî.

Bi xeyala Neo-Osmaniyê radibin

Duran Kalkan bal kişand ser dîktatoriya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hevkarê wî Devlet Bahçelî ku di nava êrîşên bîrdozî, stratejîk de ne û sedema vê yekê jî weke xeyala wan a zindîkirina Osmanîtiyê destnîşan kir. Kalkan di vê çarçoveyê de anî ziman ku di nava şerê li Lîbyayê de hêza herî bingehîn desthilata AKP-MHP’ê ye, lewre pêwîste mirov li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şaş nebe û got: “Tirkiye xistiye nava şerekî Rojhilata Navîn, şerekî cîhanê. Ev dagirkerî, mêtingeriye, berfirehbûna bîrdozî û stratejîk e.”

Hedef tevahî Kurd in

Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk di bin navê dijberiya PKK’ê de dijminahiya Kurdan dike û wiha got: “Qirkirinê pêk tîne. Dibêje ‘ez li dijî PKK’ê me’ û hewl dide ku Kurdên din bixapîne. Eger PKK’ê tune bike, wê wana jî tune bike. Jixwe armanca bingehîn a êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku ji sala 1983’yan ve didomîne, ev bû. Generalên wan ên ku êrîşên mezin ên salên 1992, 95, 97’an pêk anîn, bi awayekî eşkere gotin, ‘Em dixwazin PKK’ê pêpez bikin û PDK’ê jî bixin bin kontrola xwe.’ Pêwîste hemû Kurd vê bibînin û zanibin.”

Kalkan da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk niha hîn dijwartir û bi organîze ne û wiha dom kir: “Êrîşa ku di Tebaxa sala 2018’an de li dijî Şengalê pêk hat, di çarçoveya peymana bi Iraq û PDK’ê re çêbû. Dema Serokwezîrê Iraqê li Tirkiyeyê bû êrîş pêk hat û gelekî plankirî bû. Êrîşên dişibin van êrîşan, îro li ser tevahiya Herêmên Parastina Medya dimeşînin. Hewl didin ku li Behdînan û Qendîlê bidin meşandin. Herî dawî qetilkirina heval Helmet bi vî rengî çêbû. Di Newrozê de qetilkirina endamên Komîteya me ya pêwendiyan bi vî rengî, êrîşeke gelekî plankirî bû.”

Bi destek û hevkariyê êriş dikin

Li ser daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêje “operasyon bi hevkariya artêş û MÎT’ê de çêdibin” Duran Kalkan ev pirs kir û got: “MÎT wê li Qendîlê, Behdînanê çawa bigere? PKK’ê jî rêxistinbûnek û kontrolek xwe heye. Wisa bi hêsanî nikarin bikevin van herêman. Wê çaxê ji herêmê hinek destek didin wan. Ev gelekî zelal e. Ger dewleta Tirk ji nava PDK û YNK’ê destek negire, nikare êrîşî Qendîlê bike. Qetilkirina heval Helmet bi temamî bi hevkariyê pêk hat. Em nabêjin PDK û YNK van êrîşan ji navendên xwe rêxistin dikin, lê dibe ku di nava wan de hin tişt hebin.

Em vê dipirsin; hûn alîgirên heval Helmet in, an alîgirên Tayyîp Erdogan in? Pêwîste bi awayekî eşkere deynin holê. Eger di nava wan de yên ku xizmeta dewleta Tirk dikin hebin û nikarin wan kontrol bikin, bila helwest nîşan bidin, em ê bi hevre têbikoşin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bibîr xist ku PKK li ser xeta 2014’an, ango li ser xeta berxwedana yekpare ye, lê hinek hêz ji vê rê derketine û wiha dom kir: “Mînak li Kobanê tifaqa dijî DAIŞ’ê hat çêkirin. Li Şengal, Mexmur û Kobanê seknek derket holê. DAIŞ wisa têk çû. Niha em li ser wê xetê ne. Lê hêzên ku ji ser vê xetê çûne hene. Rêveberiya Bexdayê digot, ‘PKK’iyan mirovahî rizgar kir.’ Barzanî çû Mexmûrê û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Gerîla çû Şengalê, Pêşmerge çû Kobanê. Dijî DAIŞ’ê berxwedanek Kurd derket holê. Niha di navbera DAIŞ û AKP-MHP’ê de tu ferqek nîn e. Yên ku DAIŞ bi ser Kurdan de diajot AKP/MHP bû. Niha jî AKP/MHP bi xwe êrîş dike. PKK dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide, dijî AKP/MHP’ê li ber xwe dide. Wê demê qet nebe bila destek bidin vê berxwedanê, bibin alîgirên vê berxwedanê. Bila nebin alîgirên DAIŞ’ê. Pêwîste nebin destekvanên xeta DAIŞ’ê. PKK li ser xeta 2014’an e, li ser heman xetê li ber xwe dide. Lê hinek ji ser vê xetê çûne. Wê demê divê hemû kes vê rastiyê bibînin.”

Banga ji bo YNK û PDK

Kalkan helwesta PDK’ê û YNK’ê rexne kir û ev bang kir: “Xelet dikin. Îro li ser hebûna PKK’ê hinekî berjewendiyan bi dest dixin, lê ger ku PKK têk biçe, wê ew hemû jî tune bibin, wê bikevin rewşa herî xirab. Em bang li rêveberiya Bexda û Hewlêrê, bang li rêveberiyên PDK û YNK’ê dikin ku rasteqînî tevbigerin, bibin xwedî helwestek rast û ruhê berxwedna Kobanê, Mexmur û Şengalê temsîl bikin.”

  NAVENDA NÛÇEYAN