Li Frankfurtê jinan bi çalakiya xwe bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê.
Endamên Meclîsa Jinan a Kurd û jinên çepgir ên Elman, li pêşiya rojnameya Frankfurter Rundschau li hev civiyan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. Kom kete hundirê avahiya rojnameyê û qala grevên birçîbûnê û tecrîdê kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankarta bi nivîsa “Hûn çima bêdeng in?” hate hilgirtin.
Jinan piştre bi çarikên spî li navenda bajêr li Zeilê çalakiyek kir û bang li demokratan her kesî kir ku li dijî tecrîdê hewl bide.
FRANKFURT