Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, li ser mijara girtiyên nexweş û pirsgirêkên paqijiyê yên ji ber vîrûsa koronayê yên li hepsan, li Meclîsê pirs ji hikûmeta dewleta Tirk kirin. Wê pirsî ka “Di hepsên Tirkiyeyê de, li dijî vîrûsa koronayê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşiya wan giran, tevdîrên çawa hatin girtin?”

Pero Dundarê bal bire ser rewşa girtiyên nexweş û got, “Rîska vîrûs li girtiyan belav bibe pirr zedê ye. Dîsa girtiyên temenê wan ji 60 salî mezintir, jinên ducanî, jinên zarokên wan heyî, di girtîgehan de hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên 2019’an, 458 girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. Ji ber vê talokeyek mezin li girtîgehan heye.”

Pero, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşiyên wan giran, Semîre Dîrekçî, Fatma Ozbay û Mehmet Emîn Ozkan û derbarê mijarê de pirs ji Wezîrê Dadê yê Tirk Abdûlhamît Gul kirin. Pirsên sereke ev in:

  • Tevdîrên çawa li dijî vîrûsa koronayê di hepsan hatine girtin? Gelo ev tevdîr têrê dikin?
  • Gelo testa vîrûsa koronayê ji bo girtiyan hatiye kirin? Ger hatibe kirin, çend girtî bi vîrûsê ketine?
  • Di girtîgehan de gelo çend jinên ducanî hene? Ji bo girtiyên ducanî çi tevdîrên we hene?
  • Gelo girtiyên nexweş wê kengî bên berdan?
  • Ji bo berdana girtiyên nexweş, jinên ducanî û zarokan gelo hewldaneke we heye yan na?”
 

 MA/ENQERE