Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ku ji bo rakirina tecrîdê pêk tê, di roja 32’yan de ye. Li ber Parlamena Ewrûpayê doh bi dirûşma “Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Bi vê yekê Kurdistaniyan û dostên wan piştgiriya xwe ya bi çalakiyê û daxwazên çalakgeran re nîşan da.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestiya wî, grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger ên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, berxwedêrên li Hewlêr, Welatê Galiyan û Strasbourgê dewam dikin. Li bajarê Fransayê Strasbourgê, bi heman armancê li ber Parlamena Ewrûpayê mîtîngeke mezin a protestoyî doh hat lidarxistin.

Çalakger jî beşdarî mîtîngê bûn

Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre û Hollandayê, doh danê sibehê tevî dostên xwe çûn Strasbourgê û li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê civiyan.

Endamên Koma Berxwedan Diyar û Hozan Şemdîn jî di nav de gelek hunermend beşdarî çalakiyê bûn.

Girseya gel tim û tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadî ji Ocalan re”, “Faşîst Erdogan”, “Berxwedan Jiyan e” û “Bes e ji tecrîdê re” gotin.

14 berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li Strasbourgê jî çûn meydana mîtîngê. Hin organên çapemeniyê yên Ewrûpayê ku mîtîng şopandin, hevpeyvîn li ser greva birçîbûnê û tecrîdê kirin.

 

STRASBOURG