Wezareta Karê Derve ya DYE’yê hişyariya derbarê geştê ya li ser Tirkiyê nûjen kir û ji welatiyên xwe xwest ku careke din li ser geşta xwe ya li Tirkiyê bifikirin.

Wezaretê li ser ‘terorê’ û ‘girtinên kêfî’ welatiyên xwe hişyar kirin.

Wezaretê bi bîr xist dewleta Tirk bi deh hezaran kes destgîr kirine, di nav wan de welatiyên DYE’yê jî hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pirranî bi sedemên şahidên veşartî û siyasî mirov têne girtin.

Di hişyarkirinê de her wiha hate gotin, dema ku welatiyên wan ji Tirkiyê derkevin, dibe ku qedexeya derketina derve li ser wan hatibe dayîn.

 

WASHINGTON