DÎLAN KARACADAĞ

Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dimîne. Hem îstîxbarata Tirk MÎT wî dike hedef û hem jî faşîstên Tirk êrişê dibin serê. Tevî vê, ew dibêje, çi diba bila bibe, ew ê li demokrasî û aştiyê xwedî derkeve.

Meha bihurî boksorê Elman ê bi esil Tirk, Unsal Arik û hefteya bihurî jî rojnameya BILD ew kirin hedef û ew gunehbar kirin. Ozen li ser vê got, ew ê di warê huqûqî de jî têkoşîna xwe dewam bike û ew ê ji têkoşîna xwe negere: Bêdengî exlaqî û wijdanî nîne.

Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ji rojnameya me re peyivî û li ser qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê got, “Hûn nikarin PKK'ê û gelê Kurd ji hev qut bikin."

Ozen dibêje, hem weke sportvan û hem jî weke aktivîstê mafê mirovan li pêşberî civaka Kurd berpirsiyariyên xwe hene û anî ziman ku ew matmayî namîne dema qala Kurdan dike ji her alî ve êrişî wî dikin: “Ev ne meseleyeke îro ye. Eger hûn Kurd bin û xwedî li mafê Kurdan derkevin wê pirr bi hêsayî di her qada jiyanê de ev bi serê we de bên. Jixwe, ev ên bi serê min de tên, li ber ên bi serê hinekî din de tên ne tiştek in. Dema qala Kurdan dibe her kes xwe dixe şûna dewletê û êriş dike. Bikevin Googlê hûn ê encamên metirsîdar bibînin. Dijminatiya bi Kurdan re civak jehrî kiriye. Her cure êriş û lînca Kurdan hatiye normalîzekirin. Binêrin dayikek ji bo gora keça wê neyê xirakirin li ber serê gorê nobetê digire. Ji ber ku mirovan stran gotin, ji ber bi Kurdî peyivîn û ji ber ku gotin, em Kurd in, bi awayekî hovane hatin kuştin.”

Ozen bi bîr dixe ku ew ji cografyayeke mîna Dersimê ya qirrkirina salên 1937-38'an lê bûye, hatiye û dibêje, “Ez dizanim rastî çi ye. Ez di dema maçan de daxuyaniyê didim û qala mafên Kurdan dikim û hikûmeta Tirkiyê ji vê bêzar dibe. Ji ber ku ew bêzar dibin, ez nikarim ji rastiyên xwe bigerim û dev ji wan berdim.

Ozen di dawiyê de weha dibêje, “Zilma herî mezin ew e, mirov xirabiyê bibîne û bêdeng bimîne. Hûn çima li hemberî vê zilma li Kurdan dibe, çavên xwe digirin. Bi gotina dapîr û bapîrên me, ne hêja ye mirov li vê dinya fanî bigirî. Dema Şengalî li bazaran bêne firotin çawa mirov ê bêdeng bibe? Dema Roboskî were bombebarankirin, Cizîr were hilweşandin exlaqî û wijdanî bêdengiyê rast nabînim…”