Li bajarê Swêdê Malmoyê, Kurdistaniyan roja Şemiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke dirêj dabû destpêkirin. Meş roja Yekşemê bi mîtîngekê bi dawî bû. Kurdistaniyan û dostên wan li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê jî meşa xwe ya dirêj bi dawî kir. Li paytexta Ingilîstanê Londonê jî Bêbextiya Navneteweyî bi meşekê hat protestokirin.

Kurd û dostên wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşeke du rojî li Malmoyê dabûn destpêkirin. Meş li Meydana Mollenvagstroretê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Meşvanan ji bo gel li ser komployê agahdar bikin, belavok belav kirin. Piştî meşa du rojan, meşvanan li Meydana Mollenvagstrotê sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ gotin û wan mîtînga xwe bi dawî kir.

Meşeke dirêj a li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê jî li dijî tecrîdkirina Rêber Apo şemiya bihurî li taxa Glostrupê dest pê kiribû. Çalakger roja ‘ewil 17 kîlometroyan meşiyabûn û li meydana Kultorvetê civiyabûn. Roja duyê jî ji Stasyona Herlevê heta bi navenda bajêr 12 kîlometroyan meşiyan.

Piştre çalakger li Meydana Kultorvetê kom bûn û meşa dirêj bi mîtîngekê bi dawî kirin. Di mîtîngê de aktivîsta tevgera hawîrdorê ya gerdûnî, “Extinction Rebellion” Lucas Oliver Bigandt axivî. Wî got, tecrîdkirina Ocalan li dijî mirovahiyê ye, şoreşa Rojava modele alternatîf e û divê her kes xwedî lê derkeve.

Li Londonê komploger hatin rûreşkirin

Li paytexta Ingilîstanê Londonê bi sedan Kurd civiyan û  wan 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekê protesto kir. Çalakger bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd li pêşiya avahiya BBC Londonî kom bûn.

Ji Meclîsa Gel a Kurd Ahmet Muslum got; “Rast e Rêber Apo xistin zindanê. Bi fizîkî ji me dûr xistin. Lê gelê Kurd bi fikrên Rêber Apo li çar pareçyên Kurdistanê aşitî û demokrasiyê ava dike. Îro Projeya Konfederalîzma Demorkatîk a Rêbertiyê, Rojhilata Navîn ronî dike. Careke din em dibêjin, hûn nikarin Roja me tarî bikin.”Piştî axaftinan girseya gel meşiya. Meş li Meydana Trafalgarê bi dawî bû.

 

MALMO/LONDON