Zarokatî û kesayetî: Kesê zaroktiya xwe di malbateke dogmatîk, xwedan hestên fanatîk de derbas kiribe û di nava komên zarokan de îzole mezin bûbe, li gel wê heke ev kes di heman demê de bi perwerdeyeke totalîter, dogmatik û nijadperest hatibe perwerdekirin, ew dibe xwedan kesayetiyeke kronîk nexweş. Bê tedawiyeke demdirêjê ku di bin çavdêriya pisporan de nikane were xweşkirin. 

Dema mirov di ekranan de li R.T. Erdogan dinêre, tevgerên wî analîz dike, bi zelalî dibîne ku ew xwedanê kesayetiyeke di nava vê şiroveyê de ye û kronîk nexweş e. Tevgerên kesên li der û dora wî jî (wek mînak Yalçin Akdogan) heman kesayetiya kronîk nexweş li ber çavan radixîne.

Îslamîst û perwerde: Forma perwerdeya ola îslamê totalîter, dogmatîk, bê lêpirsînê serîçemandinê dixwaze. Bi kotekeke bêwîjdan tirsê di mejiyan de dide çandin. Li gel wê nijadperstiya ereb wek fermana xwedê bi xwendekaran didin ezberkirin. Tu xwendekar nikane ji bo fêrbûnê jî bipirse. Divê tenê tiştên tê gotin û tên xwendin were ezberkirin. Li gel wan hemû baweriyên derê îslamê wek ji rêya xwedê derketine, endamê wan baweriyan jî wek kafir didin fêrkirin. Di hin rewşan de jî; malên wan wek xenîmet û kuştina wan jî wek fermana xwedê didin pejirandin. 

Gelek zelal xuya dike ku RTE xwe di neynika vê perwerdê de hîs dike, şêlandin û talanê di nava  çarçoveyê vê têgihîştina îslamîst de ji bo xwe wek mafeke xwedayî dibîne. Saddam jî li ser vê referansa perwerda baweriya îslamê bi sedhezaran mirov qetil kir. 

Hemû kom û komikên maşeyên destên tîranên Rojhilata Navîn (Mînak El Nûsra, Daîş) di nava çarçoveya vê têgîhîştina xwînxwar de mal û qetla kurdan helal nîşan dabûn.

Narsîst: Ji bo kesên evîndarê xwe ne, xwe li ser her tiştî re û kesê herî baqil dibînin, ji bo têrandina hestên xwe yên şîzofrenîk her kirin û tiştî wek mafê xwe têdigihîjin, kes û kesayetiyên din wek alaveke pêkanîna pêdiviyê vê dirûvê xwe dibînin re narsîst tê gotin.

Gava mirov hemû rawestan, tevger û kirinên RTE di ber çavan re derbas dike, bê pêşdarazî teşhîs dike ku ew kesayetiyeke kronîk narsîst e. Her wiha kesayetiyên li dora xwe civandî jî di warê vê karekterê de gelek nêzîkê wî ne.

Psîkopat: Psikopat jî disa kesayetiyeke bi tirs û kompleksan dagirtî, ji her tiştî gumanbar, xwe di nava talûkeyê de hîs dike, her kes û komî wek dijmin û potansiyelên tirs afirandinê dibîne, heta gelek caran siya xwe jî wek dijminekê têdigihîje re tê gotin. Hemû tevgerên RTE, hewldan, liv û mîmikên wî, tona dengê wî, geflêxwarinên ji teşeyê wî difure bê kêmasî vê aliyê wî yê nexweş li ber çavan radixîne.

Hêz: Dema kesên xwedanê kesayetiyeke wisa kronîk û di perwerdeyeke wisa dogmatîk û nijadperest re derbasbûye, dibin xwediyê erek, hêzên mezin dikeve destên wan, ew êdî xwe di neynika xwedawendan de dibînin, digîhîjînin baweriyeke wisa, wer zendikin ku ew êdî xweda ne, ev jî rasterast wan dikin dîktatorên bêwîjdan. Lê dema hêdî hêdî têkçûna xwe jî hîs dikin, ji tirsan serî li her rêyên derê regezên têkiliyên mirovî didin. Dixwazin bi kuştin, rijandina xwînê, çandina tirsê wê erkê di destê xwe de biparêzin û neyên darezandin. Ango ji bo kesayetiyên wisa kronîk ev pêvajo dibe pêvajoya xwekuştinê. RTE êdî ketiye vê pêvajoya xwekuştinê, lema jî niha tîranê herî xwînxwar û çavsor yê cihanê ew e.

Bêguman kesên wî hildibijêrin jî kronîk nexweş in. Ji ber ku êdî têkçûna wî xuya dike, wê ev bibe hişarbûna kesên wî hildibijêrin jî, em pirseke li ser goran bikin: "Hûn wî çawa dinasin?"