Huner bazinê zêr e
SOZDAR CEMÎL
ANHA/HESEKÊ
Jina Tirkmen, Fatima Mihemed, pispora rêsana bi karê destan e. Bi hunerê destên xwe malbata xwe xwedî dike û pêdiviyên hemû zarokên xwe bi cih tîne. Fatima dibêje, karê destan wekî bazinê zêr e.
Fatima Mihemed a 60 salî dayîka 6 zarokan e. Ji bajarê Serêkaniyê ye. Beriya bi 8 salan, piştî ku hevjînê wê rehmet dike, dest bi karê çêkirina cilan bi destan dike û bi wî karî debara xwe û malbata xwe dike.
Fatima ji bo karê xwe dibêje, “Ez vî hunerê destan ji zarokatî ji xaltîka xwe fêr bûm. Xaltîka min bi qîmetê keda destan dizanî, xwest ez jî fêr bibim. Min bi kelecaneke mezin ev karê hunerî kir û fêr bûm. Dema ez zarok bûm min li ber ronahiya çirayê karê xwe dikir. Di şert û mercên dijwar de min dev ji hunera xwe berneda. Min cil û bergên xweşik bi destê xwe dirêsan.“
Fatima Mihemed dayîka 5 keç û kurekî ye, bi hunera xwe ya karê destan re mijûl dibe û wiha pêdivyên zarokên xwe pêk tîn e. Di demsala zivistanê de karê Fatma zêde dibe. Fatima derbarê karê xwe de got, “Cilên li bazarê pirr buha ne, ji ber vê yekê gelek mirov ji min dixwazin, ez ji wan re cilan birîsim. Gelek hevalên min rîs ji min re tînin. Ez jî wan re cilan û pêdiviyên din ji wan re çêkim, ez jî rewşa xirab a aborî didim ber çavan, lewma bi erzanî kar dikim û pereyan pirr ji wan nagirim. Bi vî karê xwe ez gelek pêdiviyên civakê pêk tînim.”
Fatima Mihemed da zanîn ku hunerê wê yê karê destan, wekî zêr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Karê destan wekî bazinê zêr e. Ez cilan, dora desmalan bi morîkan, şefqe, şal, çekên zarokan, gore û lepikan bi tayên rengîn çêdikim.”