Kurdên Anatolyaya Navîn ên xwe weke Kurdên Sirgûnê bi nav dikin, yekemîn Mîhrîcana Çandê ya Anatolyaya Navîn li dar xistin. Hunermendên Kurd ên ji Anatolyaya Navîn ku bi klamên herêmî reng dan mîhrîcanê hilbijartinê, tevî bernameya dewlemend a hunerî jî, hilbijartinên 7’ê Hezîranê mohra xwe li mîhrîcanê xist.
Xelkê beşdar bi sloganên xwe berxwedana Kobanê silav kir û piştgiriya xwe ya ji HDP’ê re nîşan da. Salona Şanoya Muzîkê ya Albertslund a li Kopenhagenê bi temamî bi Kurdên ji Anatolya Navîn tijî bû. Hunermendê Kurd ê ji Konya Fahrî Dag bi orkestraya xwe tevlî şevê bû. Her wiha Fîgen Fener, Hozan Pîco, Ergîn Xelîkan, Newzat Tunc, Nurettîn Çîçek, Murat Kucukavci, Necatî Gezen, Memo Gelo, Memo Nawdar, Ramazan Ekîcî, Hîkmet Coban, Memed Tore û Ramazan Kaya jî bi sranên xwe reng dan mîhrîcanê.
Namzetê HDP’ê yê Konya Parêzer Huseyin Ozkan di axaftinaxwe ya mîhrîcanê de got, tevî hemû zext, êrîş û provokasyonan HDP bi serketina xwe wê qedera welêt biguherîne.
Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî zext û zilma dewletê ya salên 90’an bi bîr xist û got: “Li Kurdistanê şehîdên gelek malbatan hene. Û yek ji rêya xwedîderketina li bibîranîna şehîdan jî ev e ku mirov deng bide HDP’ê.”
Huseyîn Atçeken ê li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Danîmarka axivî piştî behsa projeya jiyana nû ya HDP'ê kir ji hilbijêrên li Danîmarkayê xwest ku dengên xwe bi kar bînin û bidin bikaranîn.
KOPENHAGEN