MEHMET ZAHİT EKİNCİ / HAMBURG
Sevgî Polat a ku dayika 2 zarokan e, li bajarê Elmanyayê Hamburgê dijî. Ji sala 2009´an ve Polat di koma Tiyatro Asmin de aktrîstiyê dike. Vê serpêhatiya wê jî bi xêra keça wê Filiz Polat Bozkurt dest pê kiriye. Keça wê, bi destê wê girtiye, ew biriye cem mamosteyê koroyê Hasan Şîmşek û gotiye; “Dûrî daweya guneh keça we ye, destê we ji we re”. Sevgî Polat ha vê kêliyê û van gotinan ji bîr nake. Sevgî Polat dibêje bi xêra huner wê zora pençeşêra guatrê jî biriye.
Sevgî Polat bi eslê xwe ji Dersimê ye belê li gundê Laloglu yê ser bi Qersê weke zaroka malbateke sirgûnkirî sala 1965´an hatiye dinê. Li Laloglu ya 450 xaneyî herkes bi Kirmanckî hingê dipeyivî. Tê bîra wê ku peyivîna bi Tirkî eyb bûye hingê. Ew pîrka xwe Nîgarê wiha bi bîr tîne: “Pîrka min bû mamosteya min a yekem di jiyanê de. Heger ez îroj zimanê xwe yê dayikê îro evqasî baş bi kar tînim, ev saya serê wê ye.”
Mamosteya yekem pîrka min bû
Hasil bêriya dê û bavên ku li Elmanyayê ne dike û sala 1971´ê jî piştî betlaneya havînê bavê wê, wê û xwişk û birayên wê dibe Elmanyayê. Pêşî li Altonayê li malekê dimînin paşê mala xwe bar dikin Geestachtê. Sevgî Polat a ku dengê wê xweş e, li dawetan jî carinan stranan dibêje, lê dema dizewice rewş diguhere: “Piştî ku zewicîm, ji ber ku mêrê min ev nexwest, demeke dirêj min stran negotin. Xwedê dizane ji ber ku ez dûrî muzîkê bûm ez nexweş ketim. Bavê min wefat kir. Ez neçar mam dev ji mêrê xwe berdim. Pirraniya dema min li malê bi tenê derbas dibû.”
Ez li te digeriyam
Keça wê Filîz, rojekê çarenûsa wê diguherîne: “Keça min Filîz hingê li komeleyeke li Geestachtê ya Hak-Birê govend dikir. Wekî din di koroyê de jî cihê xwe digirt. Di malê de asêmana min ew gelekî xemgîn dikir. Rojekê got, ev wisa nabe. Bi destê min girt, ez birim komeleyê. Filîz ez dam ber destê mamosteyê koroyê Hasan Şimşek, û bi nîv-henekî got, ‘dayika min emanetî we, dûrî daweya guneh keça we ye, destê we ji we re’ û ez vê hîç ji bîr nakim. Dema ku dengê min ecibandin, ez bûm endama koroyê ya dest jê nebe.
Bûm miroveke zindî û bê tebat
Ez guherîm, berê miroveke bê hîvî ya di malê de bûm, bûm miroveke zindî û bê tebat. Li şûna ku ez rêyekê bidim ber keça xwe wê rê da ber min. Bi saya serê wê min xwe bi jiyanê ve girt û min fêm kir ku ji heqê hemû pirsgirêkan derdikevim.”
Min zora nexweşiya pençeşêrê bir
Li heman komeleyê sala 2009´an mamosteyekê şanoyê peyde dibe. ji bo xebata atolyeyê ew û mamoste Ferman Karayigit li vê komeleyê hev nas dikin. Li wir hema bi carekê bi xwendina metnan û xebitîna li ser wan ew xwe di nav şanoyê de dibîne: “Metn du caran bi min da xwendin û paşê got, kesa ku ez lê digerim tam tu yî.” Ew jî paşê ji bo 8´ê Adarê di nava piyesa “Bila jinîtî ya me be” dibe yek ji şanogeran. Hasil ew ji vê gelekî razî ye û difikire ku huner jê re bûye derman: “Bi evîna muzîk û şanoyê min zora nexweşiya pençeşêrê bir. Ji niha û pê ve muhtemelen ez ê ji vê dinyayê nikaribim qut bibim.”
Sevgî Polat herî dawî bi bîr dixe ku li Hamburgê bi navê “Hevdîtina Şano û Wêjeyê ya Hamburgê” 19-20 û 21´ê Cotmehê çalakiyên wan hene û xwest dildarên hunerê yên li hamburgê xwe ji van çalakiyan nehêlin.