
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi Qanûna Rewşa Awarte mohr li deriyê 370 komeleyan da. Gelek ji wan komeleyên çandî û civakî ne ku xebatên li ser Kurdan û Kurdî dikin. Komeleyên wekî şaxên NÇM ên Îzmîr, Mêrsîn, Edene û şaxên Kurdî-Derê ên Îzmîr û Enqere, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Nîvîskarên Kurd, Şanoya Seyr-î Mesel û komeleyên civakî û hiqûqî hatin girtin.
Yên hinan bi “rawestandina xebatan ji bo 3 mehan”, yên hinan jî bêyî tiştek were gotin, deriyên wan hatin mohrkirin.
Hunermadan nerazîbûn nîşan da
Hunermendên li Amedê nerazîbûn nîşanî girtina Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê da û da xuyakirin ku huner wê êdî li kolanan were kirin.
Bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Salona Şano ya Navenda Çandê û Ciwanan a Cegerxwîn civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Xebatkar û şagirtên Dîcle Firatê, şagirtên Navenda Çandê û Ciwanan a Cegerxwîn, hunermend Bulent Tûran û gelek xebatkarên çand û hunerê beşdarî civînê bûn.
Em ê ti carî serî netewînin
Li ser navê NÇM’ê Ferhat Tûtşî axivî û diyar kir ku êdî tehemûl li dengekî muxalif nîne û êrîşa ji bo tinekirina mûxalîfan rewa bûye.
Tûtşî got, “Weke hunermendên gelê Kurd, em ê li ber qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî ti carî serî netewînin” û bi bîr xist ku saziyên wan di salên 90’î de gelek caran hatin girtin.
Cihê ku mohr lê xistiye, tenê avahî ye
Ferhat Tûtşî axaftina xwe wiha domand: “Divê AKP zanibe, cihê ku mohr lê xistiye, tenê avahî ye. Ya ku van avahiyan zindî dike, ruhê me yê têkoşînê ye. Wê nikaribin mohr li vî ruhî bidin. Êdî ev ruhê me wê li hemû kolan û taxan be. Ji niha û pê ve ev ruh wê roj bi roj mezin bibe. Çawa ku Halîl Dag, Hêvî, Sarya, Îslam û Ferîde afirand, wê hunera avaker a kolektîf a serdema me jî biafirîne. Em careke din soz didin gelê xwe û hevrêyên xwe yên di vê rêya pîroz de şehîd bûne, ku em ê vî ruhî mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bimre faşîzm”, “Berxwedan jiyan e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hat gotin.
Li dû daxuyaniyê, girseya gel derket hewşa Navenda Çandê ya Cegerxwîn û dest bi karê xwe yê ewilî yê li kolanan kir. Koma Govendê li hewşê dest bi karê xwe kir û mesaja “êdî huner li kolanan e” da.
Deriyên xwe qet negirt
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ji sala 2003’an û vir ve li navçeya Sûr a Amedê dixebite. Vê komeleyê, tevî gelek şagirtên xwe, ji aliyê çand û hunera Kurd ve gelek karên girîng kirin. Ji 2’ê Kanûna 2015’an û vir ve, tevî “qedexeya derketina derve” jî, komeleyê karê xwe bênavber meşand. Xebatkarên komeleyê, tevî gelê Sûrê gelek çalakî li dar xistin û di dema dorpêçê de jî deriyên xwe qet negirt.
NAVENDA NÛÇEYAN