SEMÎRA ŞEHABÎ/ROJNEWS
Aktirîsta Kurd, Şaî Reza diyar kir ku Wezareta Rewşenbîrî û televziyonên Kurdî giringiyê nadin bi huner û got, “Huner bi xwe helwêstek e.”
Lîstikvana bi navê, Şaî Reza, sala 1992’an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Şaî Reza di zarokatiya xwe de dest bi hûnerê zarîkirinê kiriye.
Şaî Reza li gel vê hunerê xwe ya zarîkirinê xwendina xwe ji bi awayekî serketî temam dike. Beşa Şanoyê hem li peymangehê hem jî li zankoyê dixwîne.
Kêm jî be êdî jin li meydana huner hene
Şaî Reza di gelek rêzefilm û filmên sînemayî yên Kurdî de jî rol kiriye, weke di filma sînemayê ‘Evîndar bi hevre dimirin’ de.
Lîstikvan Şaî Reza derbarê rola jinan a di hûnerê zarîkirinê li Başûrê Kurdistanê de got, beşdariya jinan a di huner de li gorî dema berê zêdetir e û wiha axivî; “Hinek caran zilam rola jinan dilîzin. Lê, niha herçend hejmara xwe kêm bin jî êdî jin jî berê xwe didin vê meydana huner. Hê jî civak ne li wê qonaxê ye ku hebûna jinan a li vê meytdanê bipejirîne.”
Baweriya min bi jinan heye
Şaî Reza, bal kişand ser astengiyên di dema kar de û wiha pê de çû; “Weke her jinê, astengî li ber karê min jî çêbûne. Lê nehatiye wê astê ku bandoreke mezin li min bike. Baweriya min bi jinan heye ku hemû astengiyan li pey xwe bihîlin. Hûner bi xwe helwêstek e. Pêwîst e, civak û rastiya civakê bêxe ber çavan. Huner jiyana min e.”
Di dawiyê de jî Şaî Reza, wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û televziyonên Kurdî rexne kir û got; “Ew giringiyê nadin bi huner. Mixabin ev yek jî bandoreke neerênî li berhemên hunerî dike.“