Mîlan Qadir Pour bi hunerê xwe yê kolajê destek da kampanyaya boykotkirina malên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê, û peyama, wan nekirin da.

Huner ne tenê îfadeya estetîkê û îfadeya ruh û bûyeran e. Huner her wiha dikare ji bo çêtir darîçavkirina heqîqetê jî bibe rêbaz. Miletê Kurd ku ha niha, van kêliyan bi qirkirinê re rûbirû ye, êşa vê qirkirinê xwe di hunerê xelkê wê de xwe nede der, ew huner wê ne tenê kêm be, di heman demê de dijberê heqîqetê jî be.

Diyar e ku çi bi destê xwe û çi bêhemd, heqîqet xwe di hunerê Kurdistaniyan û dostên wan de dide der. Yek ji van hunermendan jî Mîlan Qadir Pour ê ji Başûrê Kurdistanê ye. Wî bi berhemên xwe yên hunerî bal kişandiye ser kampanyaya boykotkirina Tirkiyeyê ya bi navê Boycott Turkey.

 

Ew wêneyên sûcên şer ên dewleta Tirk û malên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê tên firotin bi kolajan tîne cem hev û destekê dide kampanyaya boykotkirina Tirkiyeyê.

Bi vî rengê xwe jî bangên ji bo boykotkirina malên Tirk li Başûrê Kurdistanê hîna ti carî ev qasî xurt nebûbûn.  Di wêneyên xwe de ew li ser kolajan nexşeya dewleta Tirk û alaya wê û nivîsa Made In Turkey (Li Tirkiyeyê hat hilberîn) dinivîse. Li ser her berhema kolajê jî xwîn hatiye niqutandin ku îşaret bi komkujî û siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê dike.

 

HEWLÊR

 

Di vî wêneyê kolajê de nexasim banga boykotkirina meşrûbên Tirk tê kirin. Li nav bajarên Kurdan ên ku dewleta Tirk kavil kirin, li ser xirbeyan qotiya meşrûbeke bi alkol a Tirk heye.

   

Di vî wêneyê kolajê de nexasim banga boykotkirina mamulên tûtinê yên ji Tirkiyeyê tê kirin. Dewleta Tirk a ku xirbeyên bajarên Kurdan radike, li ser cenazeyên zarokên Kurdan xaniyan ava dike.

   

Di vî wêneyê kolajê de nexasim banga boykotkirina malên elektronîk ên markeya Arçelîk a Tirk hatiye kirin. Dayikeke Kurd a ku li nav mezelan digirî jî vê peyamê xurt dike.

 
 

Hûn bi zarokên Kurd bi gokê dilîzin

   

Hunermendê ji rojhilatê Kurdistanê Elî Kalantarî (Ali Kalantari) pêr li ber sefareta dewleta Tirk a li Tehranê performansek kir û pê êrişên bi armanca qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kir.

Elî Kalantarî pitikeke lîstok a cilûbergên Kurdî lêî ya tev de xwîn danî erdê. Wî paşê formayê tîma futbolê ya neteweyî ya Tirk li xwe kir. Wî navê kidball (lîstika [gokapê] ya bi zarokan) li performansa xwe kir. Peyama wî eşkere bû; Tirkiye di şerê li dijî Kurdan de sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer dike.

 

TEHRAN

 
 

Ti kes bi xewn û hêviyên me wê nikaribe

   

Şêwekarê navdar ê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Ahmed jî nerazîbûna xwe ji êrişên qirkeriyê yên delweta Tirk, b hêviya xwe û bi resmên hêviya xwe nîşan da. Li ser hesabê xwe yê medya civakî, Luqman Ehmed peyama "Ti hêz nikare xewnên me rawestîne û hêviyên me têk bibe, Bijî #Rojava. Ev jî wêneyên nû ne ji bo miletê min ê bi ezamet (Kurdan)."

 

  WASHINGTON