Bi armanca nişandan û pêwîstiyên dema bê, jinên navçeya Seyidsadiqê pêşangeha berhemên destê xwe vekirin û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Pêr li Baxçeyê Çinar û Hêmin a li navçeya Seyidsadiq a ser bi Silêmaniyê bi armanca xemilandina hundîrê malan, pêşengehek hat vekirin û di vê pêşangehê de berhemên destên jinan hatin nîşandan.
Di vê pêşangehê de 15 jinan bi hunerê xwe cih girt. Armanca pêşengehê jî hem ji bo nîşandana estetîk û ciwaniya malan bû û hem jî bi firotina van berheman hunermendan xwest pêwîstiyên xwe dabîn bikin.
Ev karê dest hemû, ji bo xemilandina nav malan bû. Hinek ji van jinan jî kel û pelên bikarhatî, carekî din dubare kar li ser wan kiriye.Jinên beşdarî pêşangenê bûyîn, îşaret bi girîngiya berhemên destê jinan kir.
ROJNEWS/SEYIDSADIQ