HÎVDA HEBÛN / ANHA / ŞEHBA

Li Kampa Penaberan a Serdemê, Efrîniyên ku li Şehba stirîne, çand û huner paşguh nakin. Ji amadekirina arşîva sînemayî, dîmen, wêne, heta bi vegotina wêjeyî ya berxwedana heq û dagirkeriya neheq û hov, xebatên hunerî bi pêşnegiya Yekîtiya Rewşenbîran dewam dikin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, ku piştî dagirkirina Efrînê ji neçarî derbasî Şehbayê bû, li kampan jî karê xwe didomîne.

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê sala 2016’an li Efrînê ava bû, ew niha karê xwe li Kampa Serdemê ya li Şehbayê didomîne. Yekîtiya Rewşenbîran ku li ser gelek beşên hunerê Kurdî dixebite, li kampê pirtûkxaneyek jî ava kiriye.

 

Arşîva berxwedanekê amade dikin

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsema Ahmed diyar kir ku ji bo berxwedana heyî bigihînin nifşên nû, ew têdikoşin. Ahmed ku helbestvan û rexnegir e, îşaret bi van xusûsan kir: “Em jî tevî gelê xwe derbasî herêma Şehbayê bûn. Du mehan, navenda me tine bû. Me karê xwe di nava gel de dikir. Piştre me navendek ava kir. Di vî şerî de hem ji gel, hem jî ji şervanan gelek şehîdên me çêbûn. Me xwest, arşîva vê pêvajoyê çêkin û aliyê wê yê wêje, dîrok û sînemayê xurt bikin. Bi vî rengî me kar di nava xwe de dabeş kir. Abdullah Şikakî wê aliyê wê yê dîrokê binivîsîne, Heysem Mistefa û Mehdî Erselan aliyê wê yê sînemayê. Van hevalan dest bi girtina dîmen ji bo  filman û kurtefilman kir. Em aliyê wêjeyî yê dîroka nivîskî diafirînin.”

Wêje ji bo pakrewanan

Ahmed îşaret bi dêhn û bala ciwanan a li ser vî karî kir û got, “Me dewreya perwerdeya çîrokan vekir. 17 şagirtên vê perwerdeyê hene. Ev çar meh in ku dewam dike. Yê herî kêm nivîsî, çar çîrok nivîsîn. Şagirtekî me 23 çîrok nivîsîn. Piştî perwerdeya çîrokan, me dest bi perwerdeya senaryoyê kir. Wekî din, karê me yê li ser şanoyê hene. Li ser çîroka şehîdên berxwedana serdemê em pirtûkekê amade dikin.”

Ûsema Ahmed diyar kir ku gelekî girîng û hêja ye ku gel di nava van şert û mercan de têdikoşe û hewl dide çanda xwe biparêze.

Bi helbestan Efrîna Xelîl ê 13 salî

Xelîl 13 salî ye û xwendekarê pola 8’an e. Yek ji wan zarokên Efrînî ye ku her roj beşdarî perwerdeya senaryoyê dibe. Tevî emrê xwe yê biçûk, haya wî ji bûyerên bi serê wan ve hatiye, heye. Ew dibêje, “Dema em ji Efrînê derketin, em gelekî êşiyan. Ji ber vê yekê em hewl didin hestên xwe bi helbest û çîrokan îfade bikin. Ez helbestan dinivîsînim. Mijara helbestên min Efrîn e. Pênc salan em li Efrînê bi Kurdî perwerde bûn. Bi saya vê perwerdeyê, me dîrok, ziman û erdnîgariya xwe nas kir. Tevî şert û mercên giran jî em ê dest jê bernedin. Em ê koledariyê ti carî qebûl nekin.”

Selam Îbo karê şanoyê dike û beşdarî perwerdeya senaryoyê dibe. Ew dibêje, Şehba jî rûpeleke dîrokê ye. Dengbêj-nivîskar Mihemmed Welîd jî perwerdekirin û bipêşvebirina xwe, beşek ji berxwedanê dihesibîne.

Pirtûkxaneyek ji berxwedana serdemê re

Endama Yekîtiya Rewşenbîran, Avesta Îbrahîm berpirsyara pirtûkxaneya li Kampa Serdemê ye. Li ser pirtûkxaneyê ew dibêje, “Ev pirtûkxaneya li Kampa Serdemê vebûye, li cîhanê yekane ye. Ji ber ku heta niha li kampeke penaberan (bêyî alîkariyeke ji derve) pirtûkxane nehatiye vekirin. Ev pirtûkxane di nava şert û mercên gelekî giran de hate avakirin. Me hemû pirtûkên wê jî ji malan û ji binê enqazan derxistin. Nexasim pirtûkên zarokan û yên Kurdî gelekî balê dikişînin. Em li bendê ne ku ji derve alîkariya pirtûkan ji me re bê kirin.”

Tabloyên hunerê berxwedanê

Ji Yekîtiya Rewşenbîran wênevan Erdalan Îbrahîm li atolyeya şêwekariyê tabloyên berxwedana Efrînê amade dike. Erdalan Îbrahîm diyar dike ku ew xwe ji bo projeya pêşangeha şêwekariyê ya li ser berxwedana Efrînê amade dikin û got, tevî zor, zehmetî û êrişên giran, ew ê di wêneyên xwe de berxwedan û têkoşîna gel raxin pêş çavan.