Navenda Çand û Hunerê ya Med û Komeleya Hunerê yên Stenbolê ku bi biryara KHK’ê hatin girtin Dîwana Gel pêk anîn. Hunermendan diyar kirin ku huner tenê li nava çar dîwaran pêk nayê. 

Hunermendan li ÎHD’ê bi şiara “Em saziyên xwe dixwazin” ‘Huner li her derê ye” şahiya çandê pêk anîn. Hunermendan diyar kir ku huner tenê li nava çar dîwaran pêk nayê. Gelek saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan şahiyê. Hunermend Evinên Rezan, diyar kir ku ev ji bo xebatên wan destpêke û xwestin destpêka xwe li ÎHD’ê çêkin. Rezan, anî ziman ku ew dixwazin bibin dengê hemû gelan û ew dê her dem û li her derê klamên xwe dewam bikin. 

Dengbêj Sabrî Agirî jî anî ziman ku her çend saziyên wan bên girtin jî dê xebatên xwe yên çandê dewam bikin.


 STENBOL