Hunermenda Îranî, Şadî Qadiriyan sala 2008´an bi navê "Nil Nil" rêzeke înstalasyonan çêkiribû û wêneyên wan girtibûn. Di van înstalasyonan de wê bal dibire ser lihevqelibîne şideta şer û jiyana nav malê. Di van rojên ku dijwarbûna şerê cihanê yê sêyê li ber deriye, ev înstalasyon belkî xwe baştir îfade bikin. Di vî wêneyê înstalasyonê de em dibînin ku topeke hawanê li nav nivînan ketiye. Nivînê ne xerîbê me jî; zembelîş, ha weke wan balgehan û betaniyên li Rojhilata Navîn gelekî belav. Textekî xewê ku her yek ji me jî dikare bibêje, dibû ku ez jî di navê da bame. Şadî peyamên dûrî navên xwe bi hunerê xwe wisa dide.
NAVENDA NÛÇEYAN