Her cihê cografî, dewlet û çand tesîra xwe li hunermend dike. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin, huner carinan ne tenê yê hunermendekî ye, her wiha yê neteweyekî ye jî.
ROZA KORKMAZ
Herçî hunerê hevçax ê Kurd e, vê dawiyê, hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê baş bi pêş dikeve. Li Silêmaniyê par Muzeya Huner a Selam hatibû vekirin. Koleksiyonerê Kurd Şad Ebdulkerîm (Shad Abdulkarim) ev muzeya hanê ya taybet vekir, û ev muze ‘muzeya yekem a hunerê hevçax ê Kurd’ e. Ev jî nîşan dide ku di vî warî de tevgerek heye. Kesekî ku di hunerê hevçax ê Kurd de berheman diafirîne û bala hunerhezan dikişîne ser xwe Ehmed Nebez (Ahmad Nabaz) e. Nexasim jî kolajên wî yên li ser bûyerên cihê xem, êş û azarê li Kurdistanê, di medya civakî de deng vedabûn. Di hunerê wî de komkujiyên li dijî Kurdan, penaberên li deryayan de dixeniqin û gelek meseleyên civakî kî jî xwe didin der.
Bê şik û guman zehmet e mirov huner terîf bike; axir min di meqaleyeke “The Dark East” de xwend ku "tecrûbeyên zehmet ên Kurdî" bandor li berhemê cenabê te kiriye. Tu stîla xwe ya hunerî çawa terîf dikî? Nasnameya te ya Kurdbûnê çawa tesîr li hunerê te kir?
Tecrûbe di karê hunerê de destketiyan tîne. Lêvegereke li ser asta hunerê mirovî, bi tecrûbeyeke li derveyî ya mirovî bixwe, dibe. Mijarên insanî ji armancên hunerî de yên ji dîrokê heta roja me ya îro ne. Û bi huner nîşanî mirovan hatiye dayîn, û gavên xwe jî diavêje li ser meseleyên mirovan. Huner bi xwe gelek caran di rêgehên gelekî trajîk re weke faktor êşa mirovan a bi destê mirovan nîşan daye.
Li Rojhilata Navîn ji bo demeke dirêj bûye şahidê şerên mezin û Kurdistan meydana sereke ya van şeran e. Ji ber van şeran êşa miletê Kurd gelekî mezin e. Ev yeka hanê, heta bi radeyekê tesîrê li huner û hunermend jî dike, lewma ew bi huner nasnameya xwe îrade dikin û nasnameya xwe jî bi hunerê xwe ava dikin. Helbet di hunerê min de stîlên din jî hene. Her cihê cografî, dewlet û çand tesîra xwe li hunermend dike. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin, huner carinan ne tenê yê hunermendekî ye, her wiha yê neteweyekî ye jî.
Gelo hîç belayek ji ber hunerê te hat serê te? Tu çawa hunermendbûnê li Rojhilata Navîn terîf dikî?
Kirina hunerî li Rojhilata Navîn meseleyeke bi pirr arîşe ye ji ber dîn, siyaset, aborî. civakê û heta ji ber çandê jî mixabin. Civak wilo bi hêsanî hunermendan qebûl nakin. Ew nikarin "xwe" jî bi dilê xwe nîşan bidin. Gelek pirsgirêkên hunermendan çêdibin, ne li welatê xwe, li derveyî welatê xwe, gelek gef li min hatin xwarin ji ber ku min behsa siyasetê kir. Yanî hunermend bûn ne tenê meseleyeke teknîkî ye.
Tu hunerê hevçax bi giştî çawa dibînî?
Hunerê hevçax gelekî berfireh e, û mirov bi hevokekê nikare terîf bike, lê mirov dikare serpilkî (seresere) bibêje, hunerê hevçax azadiya hunerî û hunermendî ji hunerê rêûresmê, qaîde û mirovan e.
Ya xuyayî ew e, tu gelek teknîk û materyalan bi kar tînî, weke por (mû), kursî û fotografan. Tu dikarî bêhtir behsa teknîkên xwe bikî?
Ew ên te bi nav kirî, materyalên ji bo berhemên min ên hunerî ne, fikra min wan dineqîne. Di hunerê hevçax de fikr weke pûsûlayekê, rêberekê ye û materyal bi xwe weke erebokekê ye. Yanî fikr materyal tîne cem, dike ku ku rê û stîl bên nîşandan. Yanî teknîk xizmeta fikr û konseptan dike.
Gelo yek ji armancên te ew e ku tu ya mucered veguherînî îmajên darîçav?
Ez di karê xwe yê şêwekariyê de kêm berhemên mucered çêdikim. Û ez hê jî bi şiklan, xetên şiklan kar dikim; ew şiklên ku ez bi wan xwe ji xeyalê bêhtir bi wan nêzîktirî rastiya xwe dibînim. Ji ber ku ez hunerê xwe li ser ya diqewime dikim, berhemên min tavilê li dinyayê belav dibin, tên weşandin.
Cinsiyetperestiya li dijî jinê jî di berhemên te de heye. Tu dikarî behsa xuyakirina vê meseleyê di hunerê xwe de bikî?
Di şerên li Rojhilata Navîn de jin mexdûrên sereke ne. Ew mexdûrên hunerê lawaz in jî. Ew mexdûrên ajoyên zilaman û heta mexdûrên şaşserwextbûnên dînî ne jî. Li seranserê Rojhilata Navîn tiştekî alîkariya zarok û jinên mexdûr di şeran de bike, nîne. Jin û zarok mexdûrên bêguneh ên lîstikên mêran in.
Ehmed Nebez û rexneya hunerî
Ehmed Nebez sala 1986´an li Hewlêrê hat dinê. Ew gelek pirsgirêkan bi rexnegiriyê darîçav dike. Ew carinan cih dide berhemên mucered jî. Wî di hunerê hevçax de stîla xwe bi xwe ava kiriye. Di hunerê wî de şopên gerdûnî hene bi armanca eşkerekirina li malkambaxiyên li Kurdistanê û hemû malkambaxiyên bi destê rejîmên totalîter. Di projeya xwe ya înstalasyonê ya sala 2014an a bi navê “Chair Project” (Projeya kursî) de wê kursî, komir û kêr bi kar anîn. Bi ya min ev rexneyeke hunerî li şerên ji bo desthilatê ye. Ji ber vî aliyê rexneyî yê hunerê wî jî, neçar bûye pirraniya berhemên xwe li derveyî welatê xwe nîşan bide.