Huner û têkoşîna xwe kir yek Şehîd Argeş

Haberleri —

Hunermend, gerîla û şoreşger Şefîk Yaktin ku bi navê xwe yî Argeş Norşîn dihat nasîn, girêdana xwe ya bi huner û têkoşînê wiha pênase dikir: “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî sozê xwe be.”   

Hunermendê şoreşger Şefîk Yaktin (Argeş Norşîn) ê ku dilsozê tembûra xwe û çiyayên Kurdistanê bû, di ser koçbûyîna wî re 12 sal derbas bûn. Argeş Norşîn ê di 2004’an de li li Çiyayê Cûdiyê de di pevçûneke di navbera gerîlla û hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, girêdana xwe yî ji bo huner û têkoşînê bi van gotinan pênase kiribû “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe hem jî sozê xwe be.” 

Li înşaatan dixebitî

Şehîd Argeş Norşîn di 1975’an de li Norşîna Bedlîsê tê dinyayê. Di 1991’ê de dema malbata wî hemû tê girtin, hîn 14 salî ye derdê debarê lê bar dibe û ji bo xebatê berê xwe dide metrepolên Tirkiyeyê. Şehîd Argeş di 15 saliya xwe de li Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliya Îzmîrê li cem xaltîka xwe Nîsbet Uzrek dijî û li vir ji bo piştevaniya malbata xwe bike, li înşaatan dixebite. 

Bi roj kar bi şev tembûr

Şehîd Argeş ê ku hîn di zarokatya xwe de meyla wî li ser baxleme û tembûrê heye, xaltîka wî li gel wan derfetên xwe yî kêm jî baxlemeyek jê re dikire û Argeş dest bi muzîkê dike. Bi bi roj li înşaatan dixebite û bi şev jî li tembûrê dixe û gotinên stranan dinivîsîne. 

Sala 1993’yan li îzmîrê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) tê avakirin û Argeş yek ji damezrînerê vê navendê ye. Tam salekê hem dixebite, hem jî di qada çandî de xebatên xwe dimeşîne. Di sala 1994’an de têkiliya xwe ji malbatê qut dike û tenê bi muzîkê re eleqedar dibe û di avakirina Koma Agirê Zerdeşt de cih digire. Argeş ji ber huner û têkoşîna xwe bi awayekî yekpare dide der, dibe hedefa hêzên dewletê. Ji ber vê ji Îzmîrê berê xwe dide Moskowayê û hetanî demekê li vir hunera xwe îcra dike. 

´Malbata min a mezin´

Di sala 2000’î de dibêje “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî soza xwe be” û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Şehîd Argeş piştî tevlî refên gerîlla dibe, navê Argeş Norşîn li xwe dike û di nav refên PKK’ê de ku wî wek “Malbata min a mezin” bi nav dikir, huner û têkoşîna dike yek. Li gel tevgariyeke zêde berpêşî hunerê kir, bi wî dengê xwe yî bêhempa û wê hunera xwe yî ku ji gelê Kurd re mîrate hişt, her bi rêz û hurmetî tê yadkirin. 

‘Tembûra wî evîna wî bû’ 

Xaltîka wî Nîsbet Uzrek behsa wî dike û dibêje, yekî xêrxwaz, xwîngerm bû. Uzrek tîne ziman ku, di zarokatiya xwe de wisa bû û hema ji nişka ve mirovan dida kenandin û her ku mezin dibû taybetmendiyên wî berbiçavtir dibûn. Uzrek girêdana Şehîd Argeş a bi muzîkê re bi van gotinan tîne ziman “Tembûra wî di hişê wî de evîn bû” û wiha dibêje: “Dema êvarî ji kar dihat, li taxê li tembûrê dixist, distirî. Hemû niştecihên taxê dadiketin kuçeyê û guhdariya wî dikirin. Min di jiyana xwe de kesekî wek wî, bi tembûra xwe girêdayî nedît.” 

‘Mirineke bi rûmet, ji jiyîneke sedsalî çêtir e’ 

Uzrek dibêje, bi awayekî zêde girêdaneke wî ya ji bo têkoşînê hebû û tîne ziman ku, girêdayî soza xwe û yekî pêbawer bû. Uzrek dide zanîn ku, dema Argeş gotiye ez ê tevlî nav refên gerîlla bibim, wê jê re gotiye ‘tu hunermend î’ û bi vî awayî li dij vê biryra wî derketiye. Uzrek wiha behsa wê kêliyê dike: “Wê demê ji min re got, ‘Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî yê soza xwe be. Mirineke bi rûmet ji jiyaneke sed salî çêtir e, mirov nemir dibe.’ Ez van gotinên wî qet ji bîr nakim.”  


 DÎHA / ÎZMÎR 


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.