Endamên TEV-ÇAND'ê him di warê perwerdehî de him jî di warê xebatê de bi roleke aktîf radibe. Derbarê xebatê Navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Hesekê de Rêvebera Tevgera Çand û Hûnerê Zozan Hesekêgot, jinên ciwan eleqeyeke mezin nîşanî xebatên çandê didin.


'Xweserî hêmanê xwedî îradebûnê ye'

Zozan behsa girîngiya xebatên xweser kir û wiha peyivî: "Di serî de hêjmara me kêm bû, piştre hejmara zêde bû. Li cihê ku xweserî pêk were li wir afirînerî û zanistî bi pêş dikeve. Xweserî hêmanê xwedî îradebûnê ye."

'Çand ne tenê xebatên hûnerê ye'

Zozan her wiha got, çand girêdayî hemû warên jiyanê ye û wiha pê de çû: "Hemû warên jiyanê bi çandê ve girêdayî ne. Xebatkarên me yên jin ligel xebatên çand û hûnerê cihê xwe di nava xebatên parastina bajêr de jî digrin. Li hember êrîşên bi ser çandê de û li hember êrîşên eskerî xwe amede dikin."

Parastina çanda Kurdî
Robîn Omer jî girîngiya perwerdê ya li ser çandê vegot û wiha dom kir: "Armanc ew e em çanda Kurdî belav bikin, biparêzin û bi hêz bikin. Her çiqas astengî di warê avakirina cih û komkirina komê de derketibin pêşiya me jî dema ku em encamên baş dibînin, em kêfxweş dibin."

EBÎR EHMED / GULISTAN BEKIR
JINHA / HESEKÊ