Berxwedaniya ku li Rojava tê meşandin, hêdî hêdî li ser berhemên hunerê jî xwe nîşan dide. Çendek berê jî, ekîbeke sînemager ya Fransî, li Şingalê xebateke rastefîlm (documanter) çêkirin. Tu li xuyangên wê rastefîlmê dinêrî, wekî ku fîlmeke Stanley Kubrick a xeyalî dixuyê. Ew şervan, di sûk û kolanên Şingalê de berxwedaniyeke wisa dimeşînin, jiyaneke wisa dijîn ku tuyê bêjî qey heta niha çi tiştên ku li ser hebûna “însên” hatiye vegotin, lazim e were sererastkirin, ji nû ve em li ser nirx û rûmetên însanetiyê bifikirin û li ser sînora qudret û xweşikahî ya însên pênasiyan çêbikin.
Gelo ev yek çima wisa ye? Ji ber ku, di hişmendiya gelemperî ya civakê de hin beş hê jî ne ronî ne. Wek rojevek, gava ku behsa hunerê vedibe, di mêjî ya civakê de bi gelemperî pîşeyeke taybet xwe nişan dide, an jî têgihîştineke pisporiyê dixuyê. Di rastiya xwe de huner, ji her qada jiyanê ve giredayî ye, şêwazek e, nêrînek e, ked e, mêjî, raman, fikr e, hêstyarî ye, lêgerîn û tevgerîneke xweşikahî ya jiyan bixwe ye. Ango hunermend jî, wek şervaneke rûmetê, ne xwedî taybetmendiyeke bêhempa ye.
Ji bo hin kesan, berxwedaniya Rojava, taybet jî Kobanê û Şengal mijareke matmayînê bû. Di bingeha wê berxwedaniyê de kedên dehan salan, perwerde û xebata li ser şêwaza jiyanê ya bi hezaran bernameyan, xwîdan, birçîtî, serma, qesemê çiyayan, fêrbûna serketin û binketin bi hev re, encamên bûyerên gelek bi êş, bi berdel, gelek sebr û aramî, gelek wêje û felsefe, komkirin, xwandin û vexwarina gelek ramanên mirovî û dîrokî, çongen bi êş, çongên protez, lingên jêbûyî û lingên lareşî, piyên werimî û laşên êşdîtî, mêjiyên pijiyayî û biterbiyebûyî û hwd heye di pişta van berxwedaniyan de... Ji ber ku azadî û wekhevî an bi vî rengî pêk tê, an jî nîn e.
Huner bixwe jî, an bi vî hawî heye, an jî nîn e. Huner, an bi desten kedkar, xebatkar, xwîdandanan heye, an jî nîn e. Kî ku ji bo huner, “marîfeta hin kesên jêhatî ye” difikire, sedî sed em dikarin bejin ew kes ji huner tu tiştek fêr nebûye. Ji ber vê yekê, jiyana berxwedêr, şikefta hunerê ye. Rehm û dilovaniya huner, jiyana ku bi kedê, bi îrada hatiye afirandin û damezirandin ew bixwe ye.
Rê, xet û nexşa pêşketina hunera azad, xurt, têgihîştî û xweşik, hunera bêhempa jî ev rê û ev nexş e li gorî min. Hunerek an jî em bejin berhemeke hunerî heke bi van rêyan nemeşe û tenê bi jêhatîbûn û derfetên fireh re ji xwe re rêyek bigire, encama wê xebatê sedî sed trajedî ye. Huner; an bi berxwedaniyeke bi ked, bi êş, bi daneheviyê re pêk tê û diafire, li cem vê jî ji dileke samîmî der tê û çêdibe, an jî ne huner e. Dibe ku bişibe hunerê, lê bi hêjahî ya xwe, ne wisa ye...