Derhêner Ozlem Guler, Eylem Esen, Derya Durmaz, Fatemh Dasmart û Reyhan Tuvî bi berhemên xwe beşdar bûn. Derhenêr Eylem Esen a bi kurtefîlmê xwe yê bi navê ‘Xêz’ beşdarî mîhrîcanê bû diyar kir ku jin bi nêrînek cuda li bûyerên civakî dinêrin û wiha got: “Mijarên hemû berhemên hunerî ji nava civakê tên derxistin. Nêrîna jinan ji van bûyerên civakî re cuda ne. Berhemên hunerî û bi taybetî sînema derfetek mezin dide jinan ji bo ku karibin nêrîna xwe bigihînin gel. Da ku her kes zanibe jin bi çi awayî jiyanê dibîne.”
Çîroka jiyaneke wênesaz
Eylem a di sala 2012’an de li Konservatuara Aram Tîgran dest bixwendina Beşa Sînemayê kir, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve bi sînemayê re eleqedar dibe û axaftina xwe wiha domand: “Dema ez şagirt bûm min dest bi xebatên fîlmê kir. Senaryoya fîlm Fevzî Bîlge nivîsandiye. Çîroka fîlm der barê jineke wênesaz de ye. Jina wênesaz li bajar digere da ku mijarek ji bo wêneyên xwe bibîne. Jina wênesaz li îstasyonê rastî dînekî tê ku li dora xwe xêzek çêkiriye û di hundirê xêza xwe de rûniştiye. Dema ev yek dibîne bala wê dikêşe û wê dîmenê xêz dike. Navê fîlm jî ji ber vê me kir Xêz. Min dixwest ez bi vî fîlmî tevli mîhrîcanê bibim, da ez karibim ramana jinên hunermed bigihînim civakê.”
Hunera jinan
Derhêner Ozlem Guler jî ku şagirta Konservatuara Aram Tîgran bû û li gundekî Amedê mamostetiya dibistana sereteyi dike destnîşan kir ku ew bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Li Ezmên’ beşdarî mîhrîcanê bûye û wiha got: “Çîroka fîlmê min ji çîrokek rast hatiye wergirtin. Çîroka fîlm der barê Robîn e de ye. Robîn ê hîn zarok e, bavê xwe winda kiriye û sedema windabûna bavê xwe mereq dike. Dema Robîn bêriya bavê xwe dike ji bavê xwe re peyamekê dinivîse. Robîn hewl dide bifirfirokê peyama xwe bigihîne bavê xwe, ji ber ku ji Robîn re hatiye gotin ku bavê te li ezmanan e. Dema jin derhênertiya fîlmekî bike, dikare rasterast êşa mirovan a tê jiyîn bigihîne temaşevanan. Berhemên hunerê yên bi destên jinan tê çêkirin xwediyê naverokek wêjeyî û kûr in. Hunera jinan rastiya hestên mirovan e.”
ŞÊRÎN HISO/JINHA/ÊLIH