Anna li herêma North York Shire ya Ingilîstanê, nêzî bajarê Ripon dimîne. Ew hunermendeke jîr e, bi tenê bi materyalên xwezayî kar dike; ewên ku dikarin ji nû ve bên bikaranîn. Ew ji deveran jî ti materyalan nade anîn; li Ingilîstanê çi peyda bibe, bi wê peykeran çêdike. Ew ji bilî vê, xelkê jî bi atolyeyan hînî çêkirina peykeran dike. Bi gotinên wê bi xwe; “Ez ji karê bi destên xwe hez dikim, bi wan, afirandinê, dîzaynkirinê, xêzkirinê, çêkirinê, hunandinê… ez her hîn dibim.”

   

Wê li zanîngehê zoolojî xwendiye, ji ber wê jî di gelek berhemên wê de em heywanan jî dibînin.

Ji 11 salan ve ew nexasim bi şivên ji dara biyê peykeran çêdike. Wê bi xwe hin bî çandine û wekî din jî ku lazim dibe ew şivên bîyan ji bajarê Somersetê dikire. Di çêkirina peykeran de ew teknîkên ji rêûresmê yê çêkirine zembîl û selikan bi kar tîne. Lê helbet tiştekî din jî heye: “Û gava ez stîlê xwe û afirîneriya xwe jî lê zêde dikim, her tişta min hingê heye da ku karibim peykerên bi her şiklî û her mezinahiyê çêkim. 

 

 LONDON