FIRIŞTE MEHMÛD / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Guna Osman jineke ji Silêmaniyê ye. Ew bi ta û bizmaran tabloyên balkêş çêdike. Ji vî hunerî re String Art tê gotin. Guna Osman bi firotina van tabloyan jî debara xwe dike. Guna Osman li ser karê dibêje, "Hinek caran ji bo çêkirina tabloyekê 15 rojan ez pê re mijûl dibim. Tenê di wêneyekî de zêdetirî 2 hezar bizmarî bi kar tînim."
Guna Osman hîna 26 salî ye, zewicî ye, dayîka zarokekê ye. Wê beşa Jimarî ya Zanîngeha Silêmanî temam kiriye.
Guna Osman wiha qala fêrbûna karê çêkirina wêneyan bi ta û bizmaran dike; "Destpêkê tenê xwesteka min ew bû ku ez bizanim ev kar çawan tê çêkirin, Di înternetê de bi serçaveyên cuda min lêkolîn li ser kir. Di destpêkê de ev kar ji min re gelek zehmet bû, destpêkê tenê min gul, sihbera Hesp yan jî Zarafa dikarim çêkim. Lê niha ji bilî wan, ez dikarim bi awayekî hêsan wêneyê rû û çavan jî çêkim ji ber ku ez êdî di vî karê xwe de hoste me."
Jina şêwekar Guna Osman wiha domand; "Niha 35 tabloyên min amade ne. Di demeke nêzîk de ez ê li pêşangehekê nîşan bidim. Niha bi ta û bizmar li ser xwesteka kiryar, karê dîzayn û dekorasyonêê ji bo dîwar û esrexên xaniyan jî dikim."
Ew hêvî dike jin li gorî xwesteka xwe bi kar û huneran rabin û kesûkarên wan jî pişta wan bigrin.