Li British Museum a li paytexta Ingilistanê Londonê, heta 26´ê Sibatê pêşangeheke hunerî heye ku behsa Başûrê Efrîka dike. Bi navê "100 hezar sal Başûrê Efrîka: Hunerê Neteweyekê" ev pêşangeh hewl dide dîroka Başûra Efrîkayê bi hunereke sed hezar salan bide nasîn.

Ev rêwîtiya hanê bi mînakên destpêkê yên hilberîneriya mirovî dest pê dike; bi xêzên li şikeftan û belkî jî kevitirîn gerdeniya dinyayê. Bi ser vê de xizneyeke zêran a 800 salî heye, ya meliktiya Mapungubwe heye. Hîç guman jê nîne ku mînakên ji hunera li dijî rejîma Aparteidê wê we hesyar bikin û hunera modern a serdema me jî wê îlhamê bide we. Di nava van de mirov wêneyên Mandela û reng û xetên ji rêûresmê yên mîmariyê li ser maşînên modern ên şexsî vedayî jî dibîne. 


 LONDON