Projeya Rewanê Resen a Hunergeha Welêt, pêr êvarê hat weşandin û ji niha ve xwe di ser kanala youtubê re gihand qederê 30 hezar kesî. Di vê projeya stranan de stranên bi Kurdî û bi Erebî bi dorê ji aliyê hunermendên Kurd û Ereb ve tên gotin. Amadekarê projeyê Bêkes Darî ye. Aranjeya wê jî Kawa Xalid kiriye. Stranên bi Kurdî Zembîlfiroş, Hoy hoy Memo û Hoy hoy Esmer û stranên bi Erebî ‘Emî ya bîya‘ el-werd, Yar dilî, Tehbûn ellahû we litqewliwa, di vê projeyê de serketî hatine gotin û deng li Hunergeha Welat hatiye qeydkirin. Derhênerê klîpa projeyê jî Delîl Mîrsaz e. Di projeyê de bi dehan hunermendî cihê xwe girt û ev jî navên wan in: Selah Îbrahîm, Eyşê Serdar, Danîş Botan, Sumeye Mihemed, Hacî Mûsa, Rewşen Îbrahîm, Ebdilrehîm Hotê, Evîn Elî, Bêkes Darî, Mizgîn Mehmûd, Delîl Mîrsaz, Çîmen Osman, Melek Elyteyêm Mine Ella Eltemê, Şadî Elzubêdî, Dunya Elasker, Fîras Eleweyêd, Memdûh Elştêwî, Kewser Elhasod, Kemal Elmûsa, Zekiya Elsayêl, Esma Elmehmûd, Melik el-Yetim, Mineellah el-Tehma, Şadî Zebîdî, Dinya el-‘Esker, Faris el-‘Ewîd, Memdûh Şetîwî, ‘Elî el-‘Ulya, Zeyneb Hasûd... NAVENDA NÛÇEYAN [video width="640" height="360" mp4="https://ozgurpolitika.com/wp-content/uploads/2020/04/videoplayback-1.mp4"][/video] https://www.youtube.com/watch?v=AjwTGFz4tgM NAVENDA NÛÇEYAN