Hunermend Agît Işik piştî albûma xwe ya yekê a bi navê “Lorîna Sibê”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Hez” li pêşberî muzîkhezan e. Di albûma “Hez” de 8 stran hene, zêdeyî cîh ji besteyan re vekiriye û aranjoriya albumê jî Erdem Altinses kiriye.
Gotinên çar ji stranan ên Işik in, sisê jî ji hevalên xwe yên mûzîkjen Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlay stendine, stranek jî ya gelêrî ya bi Soranî ye.
Taybetmendîya herî girîng a albuma ‘Hez’ê ew e ku gotinên du stranan ji helbestên şairên mezin Arjen Arî û Berken Bereh hatine wergirtin.
Agît ji alîyê şêwaza muzîkê ve ceribandinên xwe didomîne. Bingeha stranan bi gelemperî bi awayekî rojavayî hatiye honandin, lê hema bêje di her stranê de motîfek û referansek (çi aliyê înstrumanan û çi jî ji aliyê bikaranîna dengî ve) rojhilatî û herêmî heye.
Agît Işik dibêje “Hûner bi xwe rêwîtîyek e û di vê rêwîtiyê de mirov çi dîmenî bibîne, bivê nevê, wê tevlî hûnera mirov bibe” û dixwaze wan dîmenan nîşanî me bide.
Agît Işik kî ye
Agît Işik ji bajarê Êlihê ye û ligel du albûman, heta niha di hin projeyên wek “Stranên Fîkrî Kutlay”, “PEŞK (Ji bo bîranîna helbestvan Bro Omerî)” û bi du sîngleyan cî girtiye. Işik yek ji wan mamosteyan bû ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin.
MA/AMED