Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Alî Geçîmlî û Agît Ahmet Elînç, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 180 roj in di greva birçîbûnê de ye, strana “Leyla Jina Kurda” çêkir. Alî Geçîmlî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê di asteke pirr krîtîk de ye û bang li rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanan kir da ku hay ji vê rewşê hebin û gavinan biavêjin. Gotinên Leyla Keça Kurda:
Çûkek firîya ji vir
Ji welatê rengîn
Bu êşek ket nav(a) min
Ji kûr de dinalim
Leyla jina kurda
Li cîhanê nav da
Leyla hêza gela
Li zindana deng da
Êşa hezar sala
Dest pê kir zindana
Belav bû cîhanê
Dengê hemû kurda
Agirên zindanê
Ronî dike vê axê
Kûlîlk lê bişkivî
Roja serhildanê (berxwedanê)”
STENBOL