Piştî serlêdana serdozgeriyê, rêveberên ÎHD’a Mêrdînê û malbata Temel çûn Qoserê, hestiyên ku tê gotin aydê Temel û hevalên wî ne li cihê ku hatibûn definkirin hatin derxistin. Hestî piştî 19 salan ji bo testa DNA’yê şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, lê ev 4 mehe hem malbata Temel û hem jî hunermendên hevalên Temel li benda agahiyan in.


Parazvanê çandê bû

Endamê Orkestraya Heskîfê ya Şaredariya Êlihê û di heman demê de hevalê Alî Temel ê girtîgehê Celal Ekîn, diyar kir ku wî Elî Temel bi riya birayê wî Faysal Temel, Elî li girtîgehê nas kiriye û da zanîn ku Temel bi sekna xwe aktorekî girîng yê çand û hunerê bû. Ekîn eşkere kir ku wî beşên çand û hunerê ji Temel hîn bûye û wiha pêde çû: “Hevalê Elî di beşa çand û hunerê de nirxek bû. Dema em li girtîgehê bûn, ew ji hêla çand û hunerê de gelekî ji min re bû alîkar. Ew ji hêla çandî ve gelekî pêketî bû.”

Hêj tu pêşketin tune

Ekîn destnîşan kir ku heval û malbata Temel piştî hewldaneke mezin ya bi dozgeriyê re dest bi xebatên kolandinê kirine û wiha pêde çû: “Di ser şahdeta Elî re 19 sal derbas bûn. Me cihê wî dizanibû, lê demek dirêj tu destûr ji dewletê derneket. Piştî gelek serlêdanan daxwazên me hatin qebûlkirin. Lê ev 4 meh in hestî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne, hêj testa DNA’yê bi dawî nebûye.” Ekîn bi lêv kir ku ew dixwazin demek berî demekî testa hestiyan bi dawî bibe û Temel li gundê xwe bê veşartin û bang li gelê kurd kir ku xwedî li Temel derkevin.

Bila Elî vegere axa xwe

Yek jî hevalê Temel û stranbêjê Koma Azad Farqîn jî diyar kir ku xebatên Temel yên çand û hunerê bandoreke gelekî mezin li ser wî kiriye û wiha got: “Gava min dest bi xebatên hunerê kir, xebatên Temel bandoreke gelekî mezin li ser min çêkir. Min Temel li NÇM’ê nas kir. Piştî lêkolînên dem dirêj, dîtina hestiyan bandoreke mezin li ser me kir. Ev 4 meh in hestî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne, lê hêj tu agahî tune ye. Êdî em dixwazin hestiyên hevalên xwe bigirin.”

Alî Temel kî ye?
Alî Temel di sala 1981'an de hat girtin û birin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wê ew bi xwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê ‘Rozerîn’ derxist. Demek di beşa çand û hunerê ya rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel piştî tevli PKK'ê bû di 13'ê tîrmehê sala 1994'an de di encama îxbara cerdevanan de, di şkeftekî de bi 7 hevalê xwe re di şkeftê de bi gaza kîmyawî jiyana xwe ji dest dide. 

DÎHA/AMED