
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Navenda Çand û Hunera Mexmûrê NÇHM’ê ji bo bîranîna endamên HPG’ê Şenay Goçer (Delîla Meyaser), Gafur Dogan (Hêvî Şanoger) û Îdrîs Babat ( Xwînrêj), şahiyek bîranînê organîze kir. Di şaihyê de şêniyên wargehê û saziyên wargehê amade bûn. Bîranînê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîn û takekesiya endamên HPG’ê, hunermend û şanogerên Kurd Şenay Goçer (Delîla Meyaser), Îdrîs Babat (Xwînrêj) û Gafur Dogan (Hêvî Şanoger) axiftin hatin kirin.
Şanoger Ekîn Ronî di merasîmê de axaftina vekirinê kir û wiha got “Em di vê şeva bîranîna gerîlayên HPG’ê de, berxwdana gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê û mertalên zindî yên ku bi rojan e ji bo aştiyê dimeşin silav dikin. Di kesayeta van şehîdan de em bûne xwedî çandekî dewlemend. Kesayetên wekî Delîla, Hêvî û Xwînrêj dewlemendiyên di çanda Kurd li paşxwe hiştine û her wiha di şano û hûnermendîtiyê de şopên biwate û resen hiştine.”
Piştî axaftina vekirinê şahiya bîranînê bi nîşandana sînevîzyona der barê jiyana endamên HPG’ê de hate temaşekirin. Endamê NÇHM’ê Ferhad Merdê helbesta ‘Roj’ bo dayikên şehîdan xwend. Koma Penaber bi stranên xwe gel coşandin. Piştî komê şeva bîranînê bi çepik, tilîliyên dayikan û sologanên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.
MEXMÛR