- Ew kêlîka ku tu biryarê didî bibî hunermend, jixwe ew dem e ku tu herî zêde polîtîk difikirî. Ji ber vê ez bûm şanoger. Ez pirr di bin bandora Yilmaz Guney de mam û xeyala min ew bû, ez bibim kesek wek wî. Lê niha ez dixwazim bibim Aram.
MIHEME PORGEBOL
Aram Taştekin şanogerê ji Amedê, piştî şanogeriya li Kurdistanê, ji ber sedemên siyasî û reda wijdanî mişextî Frasayê bû. Niha ew li Fransayê şanogeriyê dike, û weke lîstikvan û dramatûrg tê naskirin. Lîstika wî ya yekê bi navê "World is Bleu" li Şanoya Antoine Vites tê lîstin û lîstika wî ya duyê bi navê "Happy Dreams une histoire Kurde" li Cité İnternational des Arts niha jî tê lîstin. Bi vê lîstikê wî xelata dramatûrgên penaber wergirt. Ew dibêje, hunermend gava biryarê dide bibe hunermend, wê kêliyê herî zêde polîtîk difikire. Me jî bi Aram Taştekîn ra behsa hunera wî û rewşa hunera Kurda kir. Tim tê gotin: "Huner bi xwe jî polîtîk e." Hunerê te û polîtîka di nav têkiliyeke çawa de ne? Huner şêwazeke şiroveyê ye. Dema tu bixwazî tiştekî ji nû ve şirove bikî, ji sedî sed tu polîtîkaya xwe dixî navê. Yanî tu derdê xwe û bi wê re jî derdê civaka xwe şirove dikî. Hêla wê ya estetîk jî tu li gorî wê diyar dikî. Heke em qala Brecht bikin; di bin bandora Marks de pirr maye û bi vî awayî estetîk û şêwaza şanoya epîk ava dike. Yanî huner ji polîtîkayê dûr nabe. Ew kêlîka ku tu biryarê didî bibî hunermend, jixwe ew dem e ku tu herî zêde polîtîk difikirî. Ji ber vê ez bûm şanoger. Ez pirr di bin bandora Yilmaz Guney de mam û xeyala min ew bû, ez bibim kesek wek wî. Lê niha ez dixwazim bibim Aram (şexsî û welatî). Aram ew kes e ku hebûna wî qedexe ye û mecbûrê xwe heyî bike. Huner jî ji bo vê rêyeke pak e. Berê min digot ez ji bo zimanê Kurdî karê hunerê dikim lê ev du sal in ez bi Fransî dixebitim. Lê çîrokê min Kurdistanî ne. Tu vê pirsê ji min dikî , ev polîtîk e û bersiva min jî helwêsteke polîtîk e. Di destpêkê de şanoya Kurdî propagandîf û ajitatîf bû. Wê deme derfetên siyasetê tinebûn. Huner rolekê wisa girt ser milên xwe lê edî pêdivî bi tiştekî wisa nîne. Polîtîkbûna hunerê Kurdan û hunermendên Kurd di çi astê de ye? Li gel Kurdan huner heta demeke dirêj ji bo propaganda û ajîtasyon rêbazek bû. Ji ber ku dengê Kurd yê siyasî û polîtîk tinebû. Ziman qedexe bû, çapxane qedexe bû, kaset qedexe bûn û medya jî tinebû. Piştî ku di van waran de hin destketî çêbûn, hunermendên Kurd nîqaşek din dan destpêkirin û li ser vê yekê jî gelek kom belav bûn. Eleqedariya wan bi muzîk, şano hwd. çêbû. Du nihêrîn hebûn. Aliyekî digot, em di terza berê de israr bikin, li alîyê din jî li hemberî vê seknek hebû ku dixwest girîngiyê bide estetîk û dramaturjiyê. Gelek kom ji ber şert û mercên aborî û xitimandina hunerî belav bûn. Şanogerên Kurd îro bêhtir qala estetîkê dikin. Êdî temaşevan jî li qalîteyê digere. Ji ber ku Kurdîbûna lîstikekê ne pîvanek hunerî ye. Vêca ez werim ser pirsa te. Kesên ku hunerê Kurdan dikin, ez dikarim bêjîm, ji sedî not û neh polîtîk in, lê asta estetîka hunerî li gel hemûyan cuda ye. Mixabin ji ber ku Kurdistan kolonîze bûye, axaftina bi Kurdî jî polîtîk e. Bi Kurdî huner çêkirin jî helwêsteke polîtîk e. Lê wek şexs nihêrîna min ya polîtîk hinekî cuda ye. Mînak kesek ji ber ku evîndar e heke biçe binê banê evîndarê/a xwe û stran û helbestan bêje, ev jî polîtîk e. Heke em bêjin, polîtîka bi rêvebirina civakê ye, parçeyê herî piçûk yê civakê şexs e û ev şexs dikare li gor berjewendî û polîtîkayên xwe tiştan biafirîne. Hem mînakên vê yê pozîtîf hem jî negatîf hene. Mînak katarsîsîzm û epîkîzm. Em dikarin qala Ehmedê Xanî bikin; gelo çima evîna Mem û Zînê tiştekî polîtîk e? Ji ber ku dîsa wek îro Ereb, Faris û Tirkan, Kurd cahil û nezan didîtin. Lê Ehmedê Xanî bi evîna Mem û Zînê bersiva vê da. Ji ber ku evîna gel hebûna gel e jî. Lê ciyê îdeolojiyeke civakî lê nîn be, polîtîka wê çawa karibe bikeve nav huner? Gelo polîtîkayeke wî/ê ya civakî nîn be hunermend dikare hunereke polîtîk biafirîne? Mesela marksîzm tinebûya, epîkîzm wê bi kêrî çi bihata? Di dîrokê de herdem li hemberî bîrdozîya serdestan bîrdozîya civakî jî hebûye. Heke marksizm tinebûya nizanim ka epîkîzm wê hebûya yan na, lê heke hebûya jî ew ê bi formek din bûya. Di her civakê de bîrdozî bi awayekî xurt an jî qels heye. Jixwe, kesên ku li gorî bîrdozîya gel tevbigerin polîtîkayên xwe bi wê esasê wê bi pêş bixin û di warê hunerê de jî ew ê bandora xwe bike. Yan jî berevajîyê vê, ew ê li gorî bîrdozîya serdestan tevbigere. Bi taybetî li gel me Kurdan mînak pirr in. Ez naxwazim navên wan hildim, lê dema ku Tirkan êrişî Efrînê kir, hunermend û dengbêjên Kurd ji artêşa Tirk re stranên moralê digotin. Li hemberê vê jî dîsa dengbêj û hunermendên Kurd stanên qehremaniya şervanan digotin. Ez dikarim vê rewşê wek guernîkaya Kurdan pênase bikim. Ev tablo parçekirina Kurdistanê ye ku bîrdozî tê de şer dikin. Ezê bersivek kin ji te bixwazim. Li gorî te di rewşa ku niha Kurdistan tê de ye hunerek takekesî pêkan e? Li gorî fikra min di rewşa niha de hunera kolektîf pir ne pêkan e. Ji ber ku sazîbûyîn nîne. Heta îro jî bi piranî li ser pişta şexsan hatiye. Di hin deman de sazîbûyîn xurt bû. Hunera kolektîf pêşket. Lê niha ew zêde ne xurt e. Ji ber vê ye jî hunera şexsî îro di pêş de ye. Elbet li vir rola kapitalîzmê jî heye lê mixabin ev rastiyeke tal e. Min pirsa te rast fam kir ne wisa? Mînak hin kes hene dibêjin, "Hunermend bêje ev huner e divê her kes wisa qebûl bike." Fikrê hunermend berî her tiştî tê. Min li ser vê pirsî... Ev li gel Kurdan ne pêkan e. Ji ber ku em ne gelekî azad in û welatê me nîne. Kîngê em gihîştin asta miletên din ji hêla mafên mirovan ve û derfetan ve wê çaxê em dikarin qala vî hunerê postmodern bikin. Heke îro welatê me azad bibe piştî pênc jenerasyonan emê qala vê bikin. Lê emrê nifşê niha wê têra wê neke. Nexwe ji bo vê çi divê? Rola siyasetvan çi ye di vir de? Gelê Kurd pêvajoya xwe ya neteweyî temam nekiriye. Em îro li parçeyê herî mezin yê Kurdistanê qala rîska wendabûyîna zimanê Kurdî dikin. Rola siyasetvanan ew e ku yekîtiyekê ava bikin û bi vê yekîtîyê hewl bidin ku mafên Kurdan yên rewa bi dest bixin; çand, ziman, rêvebirina xweser û hwd. Mixabin meseleya Kurdan ne tenê pirsgirêka yekîtiyê ye jî, pirsgirêkeke navneteweyî ye. Xalên wê yên pirr cuda hene. Ji bo vê, yekîtî dikare vê pêvajoyê zû çareser bike, yan na dewletên din wê nakokîyên di navbera me de li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Heta em xwe bi rê ve nebin, em nikarin xwe ji vê rîskê xelas bikin. Di vê çarçoveyê de çi dikeve ser milê hunermendan û li gorî te di vê mijarê de têkiliyên hunermend û siyasetmedaran divê çawa bin? Divê herkes karê xwe bike. Rêvebir divê ji bo ku hunermend karê xwe baştir bikin, bixebitin û hunermend jî divê hunerê xwe bike. Em Kurd vê pir tevlîhev dikin. Hunermend jixwe bi berhemên xwe polîtîkayê dike. Ne hewce ye wek siyasetvanan tevbigere. Lê divê wek rewşenbîran tevbigere. Em carna van tevlîhev dikin. Hunermend ew kes e ku refleksên wî xurtin. Dema rêveber li dijî berjewendiyên civakê tevbigere, divê hunermend dengê xwe bilind bike. Lê rewşa niha ya Kurdan cuda ye. Ji ber ku ji çar aliyan ve êrîş li ser me hene. Hema herkes her tiştî dike. Ev jî normal e, refleksekeke postkolonyal e. Yanî tu dibêjî bila kes pozê xwe nexe nav karê kesî? Di rewşa normal de divê wusa be, lê rewşa Kurdistanê anormal e. Tenê ez dikarim bêjim, divê siyaset ji pêşiya hunerê rabe. Li şûna ku ez hunerê xwe bikim, çima ez diçim keviran diavêjim panzêran? Ji ber ku şert û mercên min yê huner nînin. Heke ne wusa bûya Dante jî li ber xwe nedida. Heke welatê me hebûya Hozan Serhad nedibû gerîla. Niha şefê orkestraya neteweyî bû belkî jî. Te got "Berê min digot ez ji bo zimanê Kurdî karê hunerê dikim lê ev du sal e ez bi Fransî dixebitim lê çîrokên min Kurdistanî ne." Ji bo mirov karekî weke Hunerê Kurdan bi nav bike çi divê? Ziman bes e, yan hin krîterên din jî hene? Xala yekem bêguman ziman e. Ji ber ku ziman neteweyekê ava dike. Lê ev têr nake. Divê tu ji dîroka xwe û çanda xwe ya gelerî jî sûdê bigirî. Mînak filmên Yilmaz Guney ne bi Kurdî ne lê çîrokên wî Kurdistanî ne. Di wê demê de derfet tinebûn ku filmên xwe bi Kurdî çêke. Lê îro derfet hene. Teqez dibê hunerê me bi zimanê Kurdî be. Lê hin sedem jî hene ku ez bi zimanê Fransî hunerê xwe dikim. Ev sedem nasnameya şanoya te ji Kurdbûnê dûr dixe? Na, sedemên ekonomîk û sazîbûnê hene. Sedema sereke jî ez dixwazim çîroka xwe ji gelên din re bêjim. Niha derfetên min nînin ku ez vê bi Kurdî bikim. Berevajîyê wê, nasnameya şanoya min, min nêzî Kurdbûnê dike. Dema ez dibêjim dîrok û çanda gelerî, ez nabêjim, em oryantalîze an eksotîze bikin. Divê em teknîk û estetîka hunerê hemdem bi kar bînin. Di demên dawî de hunermendên Kurd di malperên cûr bi cûr de dertên û gotinên xwe dibêjin. Tu rola çapemeniya Kurdan ji bo danasîna hunerê Kurdan çawa dibînî? Medya di warê hunêrê de xaleke pirr girîng e. Medyaya Kurdan di hêla danasîn an jî piştgiriya hunerê de qels e. Hêj îro qanalek Kurdan nîne ku film yan jî şano yan jî disîplînên hunerî yên din nîşan bide. Hew muzîk û siyaset. Di her televizyonê de bernameyên gerok hene ku qaşo bernameyên hunerî ne. Lê li gorî fikra min ev têr nake. Ji ber ku ev bername, yên biografîk û sohbetê ne tê de, hunerî nînin. Her hunermendê Kurd mafê wî heye biçe her kanal an jî malperê. Lê mafê ti kesî nîne ku bêje tu çima çûyî. Dikare biçe televizyon û rojnameyên welatên din jî. Mafê kesî nîne pêşîya vê bigire. Heke tu naxwazî ew biçe wê gavê ji wî re derfetan ava bike ku hewce nemîne biçe cihekî din. Heke hunermend neaxive an jî xwe îfade neke ew ê biteqe, ew ê bimire. [caption id="attachment_250065" align="alignnone" width="1024"]
Aram bi ekîba Peter Brook re[/caption]
