Înîsîyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev kom bûn û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin. Di civînê de xebatên Înîsîyatîfa Hunermend û Rewşenbîrên Kurd jî hatin destpêkirin.

Piştî civînê 47 hunermend, nivîskar, zanyar û akademîsyenan deklarasyoneke hevpar weşand. Di deklarasyonê de bal hate kişandinî ser êrişa li ser Rojava û bang li hemû hêzan hate kirin da ku di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin.

Banga li rewşenbîrên cihanê

Deklarasyonê banga kombûna ji bo yekîtiya neteweyî li hêzên peywendîdar kir. Înîsiyatîfa hunermendan di dewamê de got, “Çirûska destpêkê ya Şerê Dinyayê yê Sêyemîn li Rojava hate pêxistin ku wê di navbera gelên li Rojhilata Navîn bibûya sedema êşên giran û dûrketina ji hev. Em bi rengekî eşkere dibînin ku di şexsê gelê Kurd de qirkirinekê dest pê kiriye. Yê ku serkêşiyê li vê qirkirinê dike, dewleta Tirk bi xwe ye. Dewleta Tirk bi vê êrişa dagirkeriyê radigihîne ku li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, ew ê hebûna gelê Kurd, destketiyên wî û statuya wî weke dijminê xwe bibîne û hebûna xwe jî dixwaze li ser tinekirina gelê Kurd ava bike.

Em li ser navê hunermend û rewşenbîrên Kurd li bendê ne ku hunermend û rewşenbîrên dinyayê di vê rewşa hewldana qirkirinê de me bi tenê nehêlin û helwêstê nîşan bidin. Bi alîkariya we wê bala raya giştî biçe ser mijarê û bi vî rengî em ê karibin êrişa qirkeriyê asteng bikin.”

Ji bo yekîtiyê kom bibin

Hunermend û rewşenbîran paşê îşaret bi înîsiyatîfa xwe ya yekîtiyê ya xurt kir û got, “Em hêvî dikin ku ev yekîtî wê bandorê li her kesî bike.

Em; rewşenbîr û hunermendên ku xwe weke wijdana civakê dibînin bang li hemû hêzên berpirsiyar dikin ku ji bo yekîtiya netewî li hev kom bibin.”  

 

 KOLN

 
 

Şemdîn, Xemgîn, Ciwan, Şivan

 

Di nava hunermend û rewşenbîrên ev deklarasyon mohrkirî de ev ên li jêr jî hene:

Ehmed Husênî, Elî Zulfîkar (Şêwekar), Bahrem Haco (Şêwekar), Cemal Ebdo (Şêwekar), Prof. Celîlê Celîl (lêkolîner), Ciwan Haco, Çoppy, Hanî Muctehêdî, Helîm Yûsiv, Hesen Şerîf, Kawa Nemir, Mehmûd Berazî, Mehmed Bayrak, Mizgîn Tahir, Mîkaîl Aslan, Sefqan Orkêş, Hozan Şemdîn, Şêro Hindê, Şivan Perwer, Tara Caf, Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefqan û gelekên din.