Hunermendên herêmî û jin çûn serdana Yûsûf Îba yê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li Torontoyê di greva birçîbûnê de ye.

Yûsûf Îba ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 59 roj in li bajarê Kanadayê Torontoyê di greva birçîbûnê de ye. Kandayî û Kurdistanî ji bo piştgiriyê serdanên xwe yên ji bo Îba dewam dikin.

Herî dawî jin û hunermendên herêmî çûn serdana wî. Jinan gulên sor jê re birin, hunermendan jî jê re stran gotin.

 

ANF / TORONTO