Nivîskar û rojnamevan Huseyîn Aykol hate girtin. Aykol birin Girtîgeha Sîncanê tîpa F´yê. Huseyin Aykol doh nîvro li mala xwe hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya wî ya li edliyeyê Aykol hate girtin û ew birin Girtîgeha Sîncanê.
Aykol Hevgerînendeyê Giştî yê Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê bû ya ku hatibû girtin. Bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 3 sal û 9 meh ceza li Aykol hatibû birîn. Aykol ji salên 1970 û vir ve rojnamegeriyê dike û 63 doz lê hatine vekirin. Hin dozên Aykol li dadgehên îstînafê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN