M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Nivîskarê lêkolîner, roman, çîrok û rexneyan ê ji Hamburgê Suleyman Deveci, serpêhatiya Hz. Elî bi Elmanî nivîsî. Sernavê orîjînal ê kitêbê “Der erste Imam: Hz. Ali” (Îmamê yekê Hz. Elî) ye. Nivîskarî ji bo qederê milyonek Elewiyên li Elmanyayê ev kitêb nivîsandiye û kitêb encama xebat û lêkolîna qederê 20 salan e. Nivîskar bi vî rengî biyografiya Hz. Elî nivîsiye û armanca wî jî ew e xwe bigihîne nifşê ciwan ê Elewiyan. Nivîskar kitêba xwe weke berhema karê rojnamevaniyeke bi nijdî bi nav dike.