Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 roj in li bajarê Kanadayê Torontoyê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Ji ber spazma dil, Îba rakirin nexweşxaneyê.
Îba careke din dermankirin red kir û çalakiya xwe didomîne. Bi sedan Kurdistaniyên ku bi rewşa Îba hesiyan, berê xwe dan Navenda Gelê Kurd a li Torontoyê.
Li bajarê Ottawayê jî bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî û Parlamena Ottawayê civiyan û çalakî li dar xistin.
TORONTO