Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ê Sûriyeyê El Exder El Ibrahîmî di civîna Konseya Neteweyên Yekbûyî de axivî û behsa rewşa girtiyên di zindanên rejîma Sûriyeyê de kir. El Ibrahîmî got ku girtî di zindanan de rastî işkenceyeke hovane û bi plan tên, lewre kesên birîndar jî ji tirsa girtinê naçin nexweşxaneyan.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di vê civînê de anî ziman ku gelek planên ji bo rawestandina tundî û şerê li vî welatî pêşniyarên wî hene lê hê ew fikrên wî wekî planeke bi rêkûpêk nehatiye ser hev. El Ibrahîmî di vê mijarê de li New Yorkê ji rojnamevan re jî axivî û got, "Min hîn pêşinyarên xwe ji konseya ewlekariyê re pêşkêş kirine û di demeke nêz de nêrînên xwe yên din jî pêşkêş bikim. "
Nûnerê Netweyên Yekbûyî her wiha got ku rewşa Sûriyeyê her ku diçe bi aliyê xirabî, wêranbûn û talukeyeke mezintir ve diçe. El Îbrahîmî diyar kir ku Suriyê êdî bûye çavkaniya gefeke mezin li ser hemû herêmê û li ser rewşa ewlekariya cîhanê jî wê bandorê bike.
El Ibrahîmî daxuyaniyên rayedarên Sûriyeyê yên gotibûn ku ew rastî komloyeke navneteweyî tên û bi riya çekdarî wê komên çekdar tune bikin jî weke daxuyaniyên êdî nayên qebûl kirin binav kir û got: "Li Sûriyeyê êdî sererastkirina rejîmê têr nake, di dewsa vê de divê guhertineke giştî pêk were da ku bikaribin ji vê rewşa aloz xwe rizgar bikin." 

NEW YORK